“Diltirsiya însanên ku li Îdlîbê sitirîne hêj didome”

: 2017-01-03 16:29

RİHA - Li Îdlîba ku nêzî 45 hezar însanên ji Helebê lê sitirîne diltirsiya gel didome da ku dê êrîşê li wir jî were kirin. Nûner û rêvebirên STKyan diyar kirin heke tu kes xwedî li van penaberan dernekeve dê tabloyek xedar derkeve holê.

“Diltirsiya însanên ku li Îdlîbê sitirîne hêj didome”

Dram û diltirsiya Helebiyên ku li Îdlîbê sitirîne didome. Li Îdlîba ku nêzî 45 hezar însanên ji Helebê lê sitirîne diltirsiya gel didome da ku dê êrîşê li wir jî were kirin. Nûner û rêvebirên STKyan diyar kirin heke tu kes xwedî li van penaberan dernekeve dê tabloyek xedar derkeve holê.

Mexdûrên şerê Helebê li Îdlîbê di bereqeyên nelihevhatî de sitirîne û lnizanên da çi bikin. Ji bo ku terjediya li Helebê pêk hat bi heman şiklê li Îdlîbê pêk neyê Tirkiye hewl dide ku di derbarê vê yekê de hevdîtin bike ku şer çênebe.

Berpirsyarê Herêma Rojhilat û Rojhilata Başûr ê ÎHHyê Behçet Atîlla û Miftiyê Bajarê Rihayê Îhsan Açik di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn.

Berpirsyarê Herêma Rojhilat û Rojhilata Başûr ê ÎHHyê Behçet Atîlla diyar kir ku gelek saziyên alîkariyê hewl didin ku alîkariya mexdûran bikin. Dûvre Atîlla wiha destnîşan kir: “Li wir ihtiyaca herî mezin sitirîn e. Lewra şert û mercên zivistanê niha xedar e. Ji ber vê yekê qada konan tê vedan. Heta wek ÎHH em li wir gund saz dikin. Ev gund normal gund in. Xebatên gundên me didomin. Me berê dest bi xebatên gundan kiribûn. Ji derveyê Helebê di wextekî normal de însan ji Deyrazor, Rakka, Hasekî, Humus, Hamayê tên.”

Atîlla ragihand ku di şerê li Sûrî çêbû de her cûr dram pêk hatine. Ji ber vê yekê divê ku mirov xwe bixe şûna kesên li Sûrî mane û yên hatine li vir da ku rewşa wan çêtir bê fêmkirin.

“Divê ku em haziriya xwe bikin nexwe dê dram ji ya Helebê dijwartir bibe”

Atîlla wiha pê de çû: “Herêma Îdlîbê ji ber ku nêzî Tirkiyê ye û di destê mixalifan de ye însan tên û li wir disitirin. Lê niha Xweda dûr bike bi xeterekî rû bi rû maye. Xerentî tune ku dê ev zalim îro sibe êrîşê van deran nekin. Ev texmîn e. Lê ez bawer im ji bo ku emv pêk neyê Tirkiye hewl dide ku nebe wekê Helebê. Ya ku me xemgîn dike ev yek e. Wekê ku êrîşê Helebê kirin bi heman şiklê heke êrîşê Îdlîbê bikin divê ku em haziriya xwe bikin nexwe dê dram ji ya Helebê dijwartir bibe.”

“Suryeyiyên ku di şerê de mexdûr bûne naxwazin li ser masê ji dest bidin”

Atîlla destnîşan kir Suryeyiyên ku di şerê de mexdûr bûne naxwazin li ser masê ji dest bidin. Atîlla diiyar kir ku Sûryeyî dixwazin herêma ku Tirkiye bi Mertala Firatê xistiye bin kontrola xwe bila li derekî ewle bibe. Lewra ev him ji bo Suriyeyiyan û him jî ji bo Tirkiyê baş e.

“Ji ber diltirsiya êrîşê gel li bin qontara ku li Tirkiyê dinêre sitiriye”

Miftiyê Bajarê Rihayê Îhsan Açik destnîşan kir ku gelek saziyên alîkarê yên ji hev cuda hemî bi hev re alîkariya mexdûrên Sûrî dikin. Ev yek pir baş e. Açik bal kişand mexdûrên ku ji Helebê hatine tehliyekirin li Îdlîbê bi taybet ji ber diltirsiya şerekî nû li qontara çiyaên ku li Tirkiyê dinêre sitirîne.

 “9 melayên mizgeftan her roj wek dor diçin Îdlîbê”

Açik diyar kir ku ji bo alîkariyên ku tên barkirin û tên valakirin bi 9 miftîtiyên bajêran re biryarekî xebatê ya hevpar dane û her roj bi dor 20 melayên dildar ên mizgeftan diçin herêma şerê. Açik ragihand ku li Îdlîbê rewş pir xedar e. Ji bo ku ji însanan re nebin bar biryar dane ku her roj ji wir bizivirin. Her wiha Açik destnîşan kir melayê ku rewşa wira dibîne dixwaze biçe wir.

“Zarok bes di bandora tirsê de mane”

Açik wiha pê de çû: “Niha li wir gelek hêtîm hene. Ev hêtîm çawa hatine ji kû hatine wir? Apekî extiyar heta karîne girtiye destê wan û wan aniye wir. Ne dê û ne jî bavê van zarokan hene. Dibêjin di malbata yekî ji wan de 4 şehîd hene. Belkû ew zarok van nizanejî. Zarok bes di bandora tirsê de mane. Çi ji dest dane, çi ji dest nedane nizanin. Sûryeyiyên ku li Îdlîbê sitirîne ji aliyê tedbîrên ewlehiyê ve diltirs in. Lewra qad pir fireh e. Em ji sînorê wekê hev çûn. Em bi kîlometran meşiyan lê me tiştekî ‘ev kes xwedî libasê fermî ye, ev ewlehî ye, ev emniyet e’ nedît. Mirov dema lê mêze dike ku birayekî me ya ciwan çeka wî li piştan. Dibêje derbas bibin. Dema ku mirov qala Tirkiyê dike kêfxweş dibin. Yanê li wir valahiyekî zêde heye. Lewra gelek însan dijîn. Tirkiye dest avêtiye mijarê. Înşaellah tê rêkûpêkkirin.” (ÎLKHA) 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 HUDA PAR xerca hizûr û biratiyê ye

HUDA PAR xerca hizûr û biratiyê ye

2017-04-18 15:04:20

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu di derheqê encamên referandûmê de nirxandinan kir û destnîşan kir gelek mişkîle dê bi HUDA PARê bên çareserkirin û ew amade ne ku makeqanûneke nû çêbikin.

“Bila bernameyên wiha werin lidarxistin”

“Bila bernameyên wiha werin lidarxistin”

2017-04-08 17:36:39

Kesên ku beşdarê bernameya Wîladeta Pîroaz a li Taxa Osmanliya navenda Entabê hat lidarxistin bûn diyar kirin ku ew dixwazin bernameyên wiha zêde bibin.

“Hêj di nav ciwanên ehlê Misrê de ruhê şoreşê heye”

“Hêj di nav ciwanên ehlê Misrê de ruhê şoreşê heye”

2017-03-26 15:26:46

Ji Parlementerên Partiya Înşa û Pêşveçûnê û Endamê Meclîsa Şûrayê yê di heyama Muhemmed Mursî de Muhammed es-Sagîr diyar kir ku hêj di ciwanên ehlê Misrê de ruhê şoreşê heye.

HEMÛ NÛÇE

Li Kahtayê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin

Li Kahtayê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)” bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Ji Erdogan di derheqê ‘banga sûîqestê’ de gilîdarî

Serokomar Erdogan di derheqê pisporê siyasetê yê Fransî Defarges de ji ber gotinên wî yên ‘banga sûîqestê’ gilîdar bû.

“Edaletê di wan zihniyetên ku bûn sedema windakirina edaletê de digerin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapiciogluyê destnîşan kir edaletê di wan zihniyetên ku bûn sedema windakirina edaletê de digerin

“Civak bes bi edaletê li ser piyan dimîne”

Li Rihayê, Nivîskarê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Yavuzê ku di bernameya Wîladeta Pîroz de axavtin kir diyar kir ku civak bes bi edaletê li ser piyan dimîne.

Li Entabê coşa Wîladeta Pîroz

Ji teref Koordînatoriya Bajêra Entabê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve vi beşdarbûna bi dehhezaran kesî bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin.

HEMÛ NÛÇE