Gel ji rêya xerabe û biherî re bertek nîşan da

: 2017-03-04 16:11

ÊLIH - Li Êlihê gelê ku ji rêya xerabe û biherî re bertek nîşan da diyar kir daxwaziya wan ew e ku ev rêya dema baran dibare dibe herî were çêkirin.

Gel ji rêya xerabe û biherî re bertek nîşan da

Nişteciyên Taxa Yeniya girêdayê Êlihê ji rêya xerabe û biherî re bertek nîşan da diyar kir daxwaziya wan ew e ku ev rêya dema baran dibare dibe herî were çêkirin.

Nişteciyên kolanên 1010, 1014 û 1016emîn destnîşan kirin ku rojên ku baran dibare ew ji ber heriyê nikarin bimeşin. Ji ber vê yekê wan bertek nîşan dan û destnîşan kirin bila rêya wan were çêkirin.  

Recep Arslan diyar kir rêya ku ji ber xebatên şaredarî û SÎBADAŞê xera bûye. Lê piştî vê yekê êdî nehatiye sazkirin. Arslan wiha qala mijarê kir: “Piştî xebatên ku pêk hatin rê ma di vê halê de. Zivistanê ji ber heriyê û havînê jî ji ber ax û xweliyê mirov nikare bimeşe. Me vê yekê ji şaredarî, mixtar û merciyên din re ragihand. Lê hêj wiha ye. Rê di nav herî û ax û xweliyê de winda bûye. Em hêvîdar in ku çi hewce dike were kirin.”

“Ji bo Êlihê rewşekî xerab e”

M. Şah Bakir diyar kir ji ber ku rê xerabeye gel nikare bi rahetî derkeve derve. Dûvre Bakir wiha diyar kir: “Nêzî 2 salan e ku rêya me wiha ye. Ji ber ku rêya me xerabe ye em hemî mexdûr in. Daxwaziya me ew e ku demildest ev rê werin çêkirin. Pir dereng mane. Ev Yek ji bo Êlihê rewşekî xerab e.”

Sabahattîn Akin diyar kir ku ev yek wan mexdûr kiriye. Dûvre Akin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber guhertina boruyên gaza xwezayî û avê rê xerab bûn. Ji par ve vira herî ye. Êliha berê hat bîra me. Tabî ji rêvebiran tu kesî xwedî hest nîne. Înşaellah ev gotinên ku em dibêjin diçe guhên rêvebiran û ji bo pirsgirêka Taxa Yenî çareserî tê kirin.”

 “Zarok di nav heriyê de dimeşin”

Murat Erol diyar kir ku mirov zivistanê ji ber heriyê û havînê jî ji ber ax û xweliyê ew nikarin di rê de biîmeşin. Dûvre Erol wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev nêzî sal û nîv 2 salan e ku mirov zivistanê ji ber heriyê û havînê jî ji ber ax û xweliyê ew nikare di rê de biîmeşe. Me di facebookê de ji serokwezîr re nîvîsand. Gotin ‘baş e. Dê em eleqeder bibin.’ Lê rê di nav herî, av û axê de maye. Zarok di nav heriyê de dimeşin. Pirsgirêkên me hene.”

Her wiha pîrekan jî diyar kirin ku rêya taxa wan dişibihe rêya gundan û tu kes bi vê yekê re eleqeder nabe. Zarokan jî diyar kirin ku ew ji ber heriyê nikarin bilîzin. (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 HUDA PAR xerca hizûr û biratiyê ye

HUDA PAR xerca hizûr û biratiyê ye

2017-04-18 15:04:20

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu di derheqê encamên referandûmê de nirxandinan kir û destnîşan kir gelek mişkîle dê bi HUDA PARê bên çareserkirin û ew amade ne ku makeqanûneke nû çêbikin.

“Bila bernameyên wiha werin lidarxistin”

“Bila bernameyên wiha werin lidarxistin”

2017-04-08 17:36:39

Kesên ku beşdarê bernameya Wîladeta Pîroaz a li Taxa Osmanliya navenda Entabê hat lidarxistin bûn diyar kirin ku ew dixwazin bernameyên wiha zêde bibin.

“Hêj di nav ciwanên ehlê Misrê de ruhê şoreşê heye”

“Hêj di nav ciwanên ehlê Misrê de ruhê şoreşê heye”

2017-03-26 15:26:46

Ji Parlementerên Partiya Înşa û Pêşveçûnê û Endamê Meclîsa Şûrayê yê di heyama Muhemmed Mursî de Muhammed es-Sagîr diyar kir ku hêj di ciwanên ehlê Misrê de ruhê şoreşê heye.

HEMÛ NÛÇE

Li Kahtayê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin

Li Kahtayê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)” bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Ji Erdogan di derheqê ‘banga sûîqestê’ de gilîdarî

Serokomar Erdogan di derheqê pisporê siyasetê yê Fransî Defarges de ji ber gotinên wî yên ‘banga sûîqestê’ gilîdar bû.

“Edaletê di wan zihniyetên ku bûn sedema windakirina edaletê de digerin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapiciogluyê destnîşan kir edaletê di wan zihniyetên ku bûn sedema windakirina edaletê de digerin

“Civak bes bi edaletê li ser piyan dimîne”

Li Rihayê, Nivîskarê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Yavuzê ku di bernameya Wîladeta Pîroz de axavtin kir diyar kir ku civak bes bi edaletê li ser piyan dimîne.

Li Entabê coşa Wîladeta Pîroz

Ji teref Koordînatoriya Bajêra Entabê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve vi beşdarbûna bi dehhezaran kesî bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin.

HEMÛ NÛÇE