Înîsyatîfa Yekitiya KDPê HUDA PARê ziyaret kir

: 2017-03-20 15:39

DIYARBEKIR - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Ahmet Acarê Berdevkê Înîsîyatîfa Yekeitiya KDPê û lijneya pê re qebûl kir.

Înîsyatîfa Yekitiya KDPê HUDA PARê ziyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Ahmet Acarê Berdevkê Înîsîyatîfa Yekeitiya KDPê û lijneya pê re di Serokatiya Bajarê Diyarbekirê de qebûl kir.

Acar diyar kir ku wek platform ew siyaseta HUDA PARê ya li herêmê teqdîr dikin û divê ku partiyên din ên li herêmê siyasetê dikin jî siyaseteke wiha veset bikin. Dûvre Acar wiha axivî:

“Gelek musîbet di serê gelê me de hat. Di bin navê siyaseta çalan de pêvajoya ku hat şopandin siyaseteke şirîkî ye û ev siyaset gelê me temsîl nake. Ew siyaset jî daxwazeke gelê me nîne. Ji bilî ve siyaseteke derve ye. Yanê mirina vê gelê û siyaseta ku li ser felaketê hatiye hatiye avakirin aîdê kesên din e. Bi vê aqilê ku ne aîdê me ye ji bo Kurdan bûye sedema felaket û tufanê. Gund û bajar bûne hedef.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji ber ku wan ziyareteke wiha pêk aniye kêfxweşiya xwe anî ziman û bal kişand ser giringiya dîyaloga çareseriya pirsgirêkên memleketê.

“Di warê diyalogê de pirsgirêkên mezin hene”

Yapicioglu diyar kir ku çek, şer û pevçûn vê pirsgirêkê çareser nake. Dûvre Yapicioglu wiha axavtina xwe domand: “Kesên medenî bi diyalog û wek axavtin hevdû îqna dikin. Lê li welatê me di warê diyalogê de pirsgirêkên mezin hene. Kesên ku hinek bi quwet bûne an jî xwe bi hêz didin nîşandan dixwazin ku bi vê yekê serê kesên derdorên xwe li ber xwe bidin tewandin an jî fikr û ramanên xwe bi vê şiklê li wan ferz dikin. Ev rê û rêbaz rast nîne, karê însanên medenî nîne.”

“Divê ku em di semîna rast de piştgiriyê bidin hevdû”

Yapicioglu dijyar kir kesên li herêmê ne û pirsgirêkên memleket ji xwe re dikin derd di nabeyna xwe de diyalogê zêdetir bikin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ku em di semîna rast de piştgiriyê bidin hevdû. Pêwîst e em di warê tiştên ku ji gelê me re bi faîde yeû ji bo memleketê me bixêr e de alîkariya hevdû bikin. Dema ku yekî şaşîtiyeke kir divê hemî kesên ku vê şaşîtiyê dibînin bihev re dengê xwe bilind bikin û li dijî vê çewtiyê bisekinin û di vê warê de îqaz bikin. Heke wiha bibe em bawer in ku dê însanên me şiyar bibe û dê li dijî çewtiyên ku tê kirin bi helwesteke cidî bisekine. Kesên ku çewtiyê kirine jî dê xwe sererast bikin.” (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Serokkomar Erdogan: Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin

Serokkomar Erdogan: Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin

2017-03-24 13:07:33

Serokomar Erdogan diyar kir ew bawer dike ku dê dengdayîna xelkê ji ser ji sedî 52an re ‘Erê’ derkeve û di derheqê helwesta Ewrûpayê de wiha diyar kir “Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin, ew jî dikarin bi sûprîzan re rûbrû bimînin."

Nîştecihên gundê Nûrsê qala Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî kirin

Nîştecihên gundê Nûrsê qala Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî kirin

2017-03-24 11:55:42

Nîştecihên gundê Nûrsê ji ber minasebeta 57emîn salvegera Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî qala jiyan, micadele û armanca wî kirin û destnîşan kirin digel zilmên sirgun û hepsan Ustad tu wextî ji xizmeta Qur’anê bi paş ve gav neavêtiye.

Qerara ‘torbeya hilbijartinê’ di Rojnameya Fermî de hat weşandin

Qerara ‘torbeya hilbijartinê’ di Rojnameya Fermî de hat weşandin

2017-03-24 10:43:15

Qerara ku ji teref YSKyê ve di derbarê hazirkirina amûrên torbeyê ya hilnijartinê de hatibû dayîn di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

HEMÛ NÛÇE

Ji ber propagandaya PKKê 23 kes hatin binçavkirin

Li Agiriyê 23 kesên ku tê diyarkirin ji ser medyaya civakî propagandaya PKKê kirine hatin binçavkirin.

Eşqa Qur’anê ya xortê astengdar

Ehmet Yalçinê ku ji ber nexweşiya xwe nikare birêve biçe her roj bi erebeya seqetan diçe camiyê û Qur’anê dixwîne, kesên ku xortê astengdar dibînin xweziya xwe lê tînin.

Di nav xanî de 72 hezar pakêt cixareya qeçax hat bidestxistin

Li navçeya Elbaka Wanê di maleke de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de 72 hezar pakêt cixareya qeçax hat bidestxistin.

Di bergeha lêpirsîna ASELSANê de 44 kes hatin girtin

44 kesên ku di lêpirsîna FETO ya ku li ASELSANê hatibû kirin de hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.

Sembolê tekoşîna Îslamî: Şêx Ahmed Yasîn

Berdevkê Herêmê yê Platforma Qudsa Azad Sertaç Tekdal, bi minasebeta salvegera şehadeta Şêx Ahmed Yasînê ku bi şecaet û mêrxasiya xwe her tim ji bo Îsraîla sîyonîst tirs bû nirxandin kir.

HEMÛ NÛÇE