A A A

“Tu qedr û qiymeta extiyaran nemaye”

: 2017-03-20 18:12

MÊRDÎN - Apê Îbrahîmê 73 salî yê ku ji Nisêbîna Mêrdînê ji ber qedexe û pevçûnan koçî Artukluya Mêrdînê kiriye destnîşan kir wek berê qedr û qiymet ji êxtiyaran re nayê dayîn.

 “Tu qedr û qiymeta extiyaran nemaye”

Îbrahîm Narmanê ku li  Xirabê Tuwa ya Hezexa Şernexê hatiye dinyayê ji ber minasebeta ‘Hefteya Êxtiyaran’ a ku her sal di navbera dîrokên 18-24ê Adarê de tê pîrozkirin ji ÎLKHAyê re axivî. Apê Îbrahîm di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser rastiyên dilşewat ên ku di nava civakê de hatine jibîrkirin.

Apê Îbrahîm  destnîşan kir  di destpêka axavtina xwe de diyar kir wek berê qedr û qiymet ji extiyaran re nayê dayîn û xweziya xwe bi rabirdûyê anî. Apê Îbrahîm her wiha diyar kir xort li gor berê pir zêde xira bûne û xortaniyeke bêniwêj mezin dibe.

“Dema kesê ku bimre extiyar be mişkîle nîne”

Apê Narmanê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir berê di nava civakê de herî zêde ji pîr û kalan re qedr û qiymet dihat dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berê ji bo extiyaran digotin ‘extiyar entîke ne’ yanî pîr û kal bûne lê pir bi qedr û qiymet in. Bi vî awayî qedr û qiymeta wan dihat zanîn. Lê niha ne wisa ye. Ez serpêhatiyeke xwe binîm zimên. Berî vê du salan  min gotinên du pîrekên ku di rê de diçûn guhdar kir. Yek ji wan pîrekan ji ya din re digot ‘Xêr e tu xuya nakî?’ ya din jî jê re got ‘Wallah taziyeke me hebû.’ Pîreka din ji ya din wiha pirs kir ‘Înşllah yê ku rehmet kiriye extiyar e.’ Wê jî got ‘belê.’ Vaye extiyar ew qas bêqedr û qiymet bûne. Yanî dema kesê ku bimre extiyar be mişkîle nîne.”

“Derfet zêde bûne, lê nexweşî jî zêde bûne”

Narman di berdewama axavtina xwe de diyar ew di ciwaniya xwe de gelek eziyet û zehmetî kişandiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Tê bîra min ji bo gezik nan me zeviyek dajot. Elbet wê demê traktor tunebûn. Hemû tişt bi hêza însanan dihat kirin. Me xweydan dida, lê niha ne wisa ye. Têa bîra min li ji Mêrdînê jor vir ve tu avahî tunebûn. Ev der çol û kevir bûn. Niha bajareke mezin hatiye înşakirin. Li gundan avahiyeke tenê jî ji batonê nehatibû çêkirin, tev ji axê hatibûn çêkirin. Lê niha temamê malan ji betonê ne. Ji bûyereke ku wî seriyê dinyayê qewimiye tu di heman wextî de pê dihesî. Derfet zêde bûne, lê nexweşî jî zêde bûne. Dema ku em îro û wextên berê bidin ber hev jiyana me ya kevin xweştir bû. Dema ku gezik nan li malê hebû me gelek zêde şikir dikir.”

“Xortên niha dinêrî  xwendine lê nimêj bi wan re tuneye, îbadet nemaye”

Narman di berdewama axavtina xwe de diyar kir  divê xortên ku mekebê dixwînin zêdetir li extiyaran xwedî derkevin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xortên me ji ber ku mektebê dixwînin navberê dixwin naveyna me û xwe û bi çaveke xirab li me dinêrin. Ji me re dibêjin ‘we dinya nediye, hûn nizanin biaxivin!’ Ji ber ku di wextê me de mekteb tunebû me mekteb nexwend û derfeta me ya xwendinê jî tunebû. Lê qet tunebe me nimêj dikir. Tu xortên niha dinêrî  xwendine lê nimêj bi wan re tuneye. Îbadet nemaye.  Li gundekî kesekî/ê ku nimêj nedikir tunerbû, hemû kes nimçj dikir.  Niha di mala min bi xwe de jî xort nimêj nakin.  Xweda wan islah bike. Tewsiyeya min ji xortan re; nimêj bikin, îbadetê xwe bi şikleke kamil bikin û beriya her tiştî bibin însan. Her wiha qedr û qiymeta extiyarên xwe zanibin.  Ger hûn qedr û qiymeta pîr û kalên xwe zanibin ew ê sibe dema ku hûn pîr û kal bûn hinek kes qedr û qiymeta we jî zanibin.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

Malbata Yasîn Boru ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir

2017-08-19 14:48:35

Malbata Yasîn Boruyê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji tere HDP/PKKyiyan ve hat qetilkirin ji walîtiyê re doza tazmînatê vekir.

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

HUDA PAR dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide

2017-08-19 13:36:15

Serokatiya Şaxên Ciwanan a Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê dê li ber konsolxaneya çeteyê siyonîst daxuyaniya çapemeniyê bide.

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

2017-08-19 12:07:55

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalî hakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Hemû Nûçe

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligê diyar kirin li taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Tunela ku ji aliyê Nisêbînê ber bi Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê tuneleke ku ber bi aliyê Sûriyê ve dihat kolan hat dîtin.

Traktora ku karkeran vediguhast qulibî: 7 mirî 20 birîndar

Li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Mixtarê windabûyî wek mirî hat dîtin

Mixtarê gund ê ku ev 3 roj in li Gevera Colemêrgê xeber jê nayê standin li çolterê wek mirî hat dîtin.
Hemû Nûçe