STKyên li Bidlîsê ji Cem Kuçuk re bertek nîşan dan

: 2017-04-21 11:58

BIDLÎS - Îdarevanên STKyên li Bidlîsê ji Cem Kuçukê ku di bernameyeke TVyê de heqaret li xaziyên Mavî Marmarayê kiribû re bertek nîşan dan.

STKyên li Bidlîsê ji Cem Kuçuk re bertek nîşan dan

Cem Kuçuk di bernameyeke TVyê ya ku beşdarî bû de gotibû ‘Di nava AK Partiyê de   Îslamîstên radîkal, tîpên manyaq ên mîna Mavî  Marmarayê, kesên ji serî heta binî dijminê îsraîl û Xerbê… kesên ji hemû tiştî re dijmin  û tîpên xerîb û pîrek hene. Divê ev bên cudakirin. Biya min ji vê seatê pê ve dê Tayyîp Beg vê yekê bike.”

“Li pey Cem Kuçuk de îsraîl û hêzên emperyalîst hene”

Ji ber van gotinên ku hatine kirin Serokê BEST-DERê Emrullah Uysal bi şikleke eşkere li Mislimanan heqaretkirin îxanet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev îxanet bi lêborîn xwestine nayê telafîkirin. EM baş dizanin Cem Kuçuk kî ye û temamê Tirkiye jî dizane.  Temamê Tirkiyê dizane ku ajanekî îsraîl e û li ser navê îsraîl  li Tirkiyê dixebite.  Ewrûpa, DYA û îsraîlê ku encamên referandûmê qebûl nakin van însanên wisa derdixin televîzyonan  û peyamê didin hikûmet û Tirkiyê. Peyama hûn ê bi xelk, camî, nimêj û bi hîcabê re şer bikin didin hikûmet û dewletê. Ev  gotin ji provakatoriyê hatin kirin û divê di derheqê vê yekê de lêpirsîna pêwîst bê vekirin.”

Serokê Şaxa Bidlîsê yê Dîyanet-Serê Behzat Durak jî bertek li gotinên Cem Kuçuk nîşan da û diyar kir ev heqerat li temamê dîndaran hatiye kirin û wiha got: “Birayên me yên ku di Mavî Marmarayê de bûn mesûliyeta xwe ya dîrokî bi cî anîne. Kêm aqilên mîna Cem Kuçuk vê yekê nikarin fêm bikin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Ziyaretkirina şehîdan ji bo me şeref e”

“Ziyaretkirina şehîdan ji bo me şeref e”

2017-06-25 17:01:23

Ziyaretvanên ku dihatin ser qebra Aytaç Baran, Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji teref PKKyiyan ve hatin qetilkirin diyar kirin di rojên eydê de ziyaretkirina qebrên şehîdan ji bo wan şeref e.

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

2017-06-25 12:36:23

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

2017-06-25 12:12:42

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

HEMÛ NÛÇE

Bajêr bajêr wextên Nimêja Eydê

Eyda Remezanê wê sibe bê îdrakkirin.Wextê nimêjên ku ew ê di vê roja pîroz de ji teref Mislimanan ve bên edakirin hatin diyarkirin.

Walîtiya Hatayê: 5 êrîşkarên xwekuj hatin girtin

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Hatayê ve hatiye dayîn de hat ragihandin 5 kesên ku haziriya êrîşa xwekujiyê dikirin hatin girtin.

Li Çînê gundek di bin axê de ma

Li Çînê ji ber ku ji çiyê ax hat xwarê gundek di bin axê de me û zêdetirî 100 kesî di bin axê de maye.

Walîtiya Stenbolê dê destûrê nede ‘Meşa jirêderketî’

Walîtiya Stenbolê ji meşa jirêderketî ya ku dê ji teref endamên LBGTÎyê ve hatibana tertîpkirin re ji ber ku civakên cuda bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan destûr neda.

Kerwana Ûmudê li Êlihê ji 600 malbatî re alîkarî kir

Ji teref Kerwan Ûmudê ve li Êlihê ji 600 malbatên feqîr û jar re alîkariya erzaq û cilan hat kirin.

HEMÛ NÛÇE