“Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakin, em zarokên pak û paqij ên Îslamê ne”

: 2017-04-21 15:55

AGIRÎ - Ji ber minasebeta Hefteya Wîladeta Pîroz li Agiriyê bernameya “Wîladeta Pîroz a Bernameya Taybet’ hat tertîpkirin. Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormezê ku beşdarî bernamê bû diyar kir ‘Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakin, em zarokên pak û paqij ên Îslamê ne.”

 “Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakin, em  zarokên pak  û paqij ên Îslamê ne”

Li Agiriyê li Navenda Kongre û Çandê ya Zanîngeha Agirî Îbrahîm Çeçenê ji ber minasebeta Hefteya Wîladeta Pîroz li Agiriyê bernameya “Wîladeta Pîroz a Bernmeya Taybet’ hat tertîpkirin. Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez jî wek axavtvan îştîraqî bernamê kir. Gormez di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de diyar kir “Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakirin, em  zarokên pak  û paqij ên Îslamê ne. Ziman, irq, qewm, aşîret û qabileya wî çi dibe bila bibe em ji Agiriyê ji temamê dinyayê re bibêjin  em zarokên pak û paqij ên Îslamê ne.”

 “Ger kaleya îmanê ne sexlam be em nikarin emanê tesîs bikin”

Gormez di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xweda emana xwe ji ser Agirî, welêt û li ser erdnigariya Îslamê kêm neke û Xweda bike nesîp ku em bibin ji wan komên birayan ên ku xwe li hev dû digrin. Gormez dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Beldeyên Îslamê aştiyê û beldeyên îmanê jî emanê winda kirin. Bexda, Şam, Trablus û Sana bûye gola xwînê. Ew şerên ku exlaq û hiqûqê nas nakin hêj xwînê dirjînîn. Ji bo em bibin ummeta emîn a Pêxemberê emîn divê em heyata wî di heyata xwe de tetbîq bikin. Divê em zanibin ku piştî nimeta îmanê nimeta emanê lutfa herî mezin a ku Xweda daye me ye. Ger kaleya îmanê ne sexlam be em nikarin emanê tesîs bikin. Bi heman awayî mumin ew kesê ku bawer dike û bawerî pê tê anîn e. Cudahiyên me nikarin biratiya me ji holê rakirin, em  zarokên pak  û paqij ên Îslamê ne. Ziman, irq, qewm, aşîret û qabileya wî çi dibe bila bibe em ji Agiriyê ji temamê dinyayê re bibêjin  em zarokên pak û paqij ên Îslamê ne.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Ji ber ku em beşdarî van bernameyan dibin  serbilindin”

“Ji ber ku em beşdarî van bernameyan dibin serbilindin”

2017-04-24 15:28:47

Hûnermêndên îlahiyan ên ku li Êlihê beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bûn di derheqê mijarê de hest û ramanên xwe anîn zimên.

Bi gulan gel daweta bernameya Wîladeta Pîroz kirin

Bi gulan gel daweta bernameya Wîladeta Pîroz kirin

2017-04-24 15:16:59

Li navçeya Bazîda Agiriyê ji bo bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê were lidarxistin qîzên biçûk bi gulan gel daweta bernameya Wîladeta Pîroz kirin.

“Tu fikr û îdeolojî dê muhebbeta Pêxember a di nav dilê gel de nevemrîne”

“Tu fikr û îdeolojî dê muhebbeta Pêxember a di nav dilê gel de nevemrîne”

2017-04-24 14:49:35

Serokên partiyên siyasî yên ku beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Êlihê hat lidarxistin bûn destnîşankirin ku dê tu fikr û îdeolojî muhebbeta Pêxember a di nav dilê gel de nevemirîne.

HEMÛ NÛÇE

Li Kahtayê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin

Li Kahtayê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)” bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Ji Erdogan di derheqê ‘banga sûîqestê’ de gilîdarî

Serokomar Erdogan di derheqê pisporê siyasetê yê Fransî Defarges de ji ber gotinên wî yên ‘banga sûîqestê’ gilîdar bû.

“Edaletê di wan zihniyetên ku bûn sedema windakirina edaletê de digerin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapiciogluyê destnîşan kir edaletê di wan zihniyetên ku bûn sedema windakirina edaletê de digerin

“Civak bes bi edaletê li ser piyan dimîne”

Li Rihayê, Nivîskarê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Yavuzê ku di bernameya Wîladeta Pîroz de axavtin kir diyar kir ku civak bes bi edaletê li ser piyan dimîne.

Li Entabê coşa Wîladeta Pîroz

Ji teref Koordînatoriya Bajêra Entabê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve vi beşdarbûna bi dehhezaran kesî bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin.

HEMÛ NÛÇE