A A A

Gelo haya Orenê Midûrê Giştî yê Holdînga Îhlasê ji derbê hebû?

: 2017-04-23 08:57

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan-Nivîskar Sabahattîn Onkîbar, nivîsên e-maîla Mucahîd Orenê Midûrê Giştî yê Holdînga Îhlasê û Nûnerê Enqerê yê TGRTê Batuhan Yaşarê ya 2 roj beriya derbeyê parve kir û idîa kir ku haya Orenê ji derbeyê hebûye.

Gelo haya Orenê Midûrê Giştî yê Holdînga Îhlasê ji derbê hebû?

Di nivîsa doh a Rojnamevan-Nivîskar Sabahattîn Onkîbar de idîayên balkêş ên di derbarê Holdînga Îhlasê ya ku di bin sîwana xwe de TGRT Xeber, ÎHA û rojnameya Tirkiyê dihewîne de hat parvekirin.

Onkîbar, di nivîsa xwe de diyar dike ku Mucahîd Orenê Midûrê Giştî yê Holdînga Îhlasê 2 roj beriya derbeyê li DYAya ku ew êdî bûye hemwelatê wê bûye. Onkîbar diyar kir ku berpirsyarê muhasebeya Îhlasê yê li Enqerê Abdullah, ji Mucahîd Orenê re peyam şandiye.

“Roja ku dê em Enqerê rakin ser piyan nêzîk e”

Onkîbar, idîa kir ku di mesaşa ku kesê bi navê Abdullah şandiye de ji bo 3 qenalên TVyê yên ku di bin sîwana Koma Îhlasê de ne di bergeha kirê de mektûba temînata zêdeyî hatiye xwestin. Piştî vê yekê Mucahît Oren ji DYAyê ji Nûnerê Enqerê yê TGRTê Batuhan Yaşar re vê e-maîlê şandiye:

“Ez kesin dibêjim, yek qurîş temînat nadim… Ez berê TGRTê digirim, lê roja ku dê em Enqerê rakin ser piyan nêzîk e… Abdullah, bi banqeyan re neaxivin.”

Onkîbar, diyar kir ku peyama e-maîlê jê re di nav Îhlasa ku ber li wir dixebitiye de hatiye ragihandin. Di vê nivîsa xwe de vê nivîsê ji komputerê derxistiye û parve kiriye û ev peyam jî her tiştê afîşe dike.

Onkîbar, di domahiya nivîsa xwe de idîa kir ku berê haya Mucahît Orenî ji derbeyê hebûye. Dûvre Onkîbar wiha diyar kir: “Erê bes ji derbeya FETO re 2 roj mabû Mucahît Oren bi vê peyamê bes xwe nade dest. Bi heman şiklê derbeya ku dê bihatiba kirin afîşe dike. Wisa ye, lewra 48 saet beriya derbeyê îfadeya “Roja ku dê em Enqerê rakin ser piyan nêzîk e” ji vê yekê pêştir tişteke nade nîşanda. Mesajê dûbare bixwînin. Heke ew îfade li wir e wateya vê yekê ew nîne ku haya Mucahît ji derbeyê heye?”

Têkiliya Holdînga Îhlas û FETO

Onkîbar, di nivîsa xwe de idîa kir ku Mucahît Oren têkiliya wî bi FETO re heye û dûvre bal kişand ser Marc Grossmanê Sefîrê Enqerê yê Kevin ê DYAyê û Şefê Maseya Rojhilata Navîn a CIAyê.

 “Onkîbar wiha diyar kir: “Tê zanîn ku Holdînga Îhlasê, Marc Grossmanê Sefîrê Enqerê yê Kevin ê DYAyê û Şefê Maseya Rojhilata Navîn a CIAyê ji Borsayê re wek şêwirmendê fermî ragihandiye. Ji ber vê yekê îxtîmaleke mezin e ku têkliya Mucahît Oren-FETO bihev re heye. Dîsa em bînin bibîaranîn ku di heyama derbeya 15ê Tîrmehê de CEOya Îhlasê Cahît Paksoy e kî ve kes jî ji ber ku endamê FETO bû piştî derbeyê hat girtin.”

“Kerrbûna Cem Kuçuk, îxtîmala ku kriptoya FETO ye tîne hişê min”

Onkîbar, idîa kir ku Cem Kuçuk ji van hemî tiştan xeberdar e û ji Cem kuçuk wiha pirsî; ‘Nexwe ji ber ku tu ji TGRTê zêde meaş distînî dengê xwe ji vê yekê re dernaxî?’ Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dema ku mirov li ser van hemiyan disekine kerrbûna Cem Kuçuk, îxtîmala ku kriptoya FETO ye tîne hişê min. Tiştên ku min bihîstiye ji teref FETO ve ji Mucahît Orenê re gelek deyn hatiye dayîn. Ji ber vê yekê Mucahît nikare dengê xwe ji FETO re derîne.” (ÎLKHA) 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li Colemêrgê bi doçka û roketan êrîş hat kirin: 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Colemêrgê bi doçka û roketan êrîş hat kirin: 2 kes jiyana xwe ji dest dan

2017-09-23 13:08:20

Ji sînora Iraqê ji teref PKKyiyan ve êrîş li Tabûra Tekelî ya li Şemzînana Colemêrgê hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de eskerek û kesekî siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Bozdag: Referandûmê betal bikin!

Bozdag: Referandûmê betal bikin!

2017-09-23 12:05:27

Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da, Bozdag di daxuyaniya ku da de destnîşan kir divê referandûm bê betalkirin.

Pîrozbahiyên referandûmê zû dest pê kirin

Pîrozbahiyên referandûmê zû dest pê kirin

2017-09-23 11:01:19

Beriya referandûma ku tê plankirin di 25ê Îlonê de li Herema Kurdistana Iraqê bê kirin xelkê Hewlerê dest bi pîrozbahiyan kir.

Hemû Nûçe

Hejmara kesên ku di noqbûna keştiyê de mirin derket 21an

Hat ragihandin li Kocaeliyê keştiya penaberan binav bû, di binavbûna keştiyê de hejmara penaberên ku jiyana xwe ji dest dan derket 21an.

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

Namzedên mexdûr ên mamostetiyê yên ku hatine tayînkirin lê ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi kar bikin diyar kirn bêyî ku tu hincet bê nîşandan heqê wan ji destên wan hatiye standin.

Erdogan di Forma Kar de wê desteka ku Amerîka dide PKKê anî rojevê

Serokkomar Erdoganê ku di Forma Kar a Kûrewî ya Bloombergê de daxuyanî da wê desteka ku Amerîka dide PKKê anî rojevê.

Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

Tetbîqata ku ji teref TSKyê ve li Herema Habûrê roja duşemê hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.

Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da

Di qezaya helîkopterê ya ku li Dibistana Bilind a Meslekê ya Polêsan a Nîgdê pêk hat de polêsek jiyana xwe ji dest da û polêsek jî birîndar bû.
Hemû Nûçe