A A A

“Divê ku em ji nû ve pergala perwerdehiyê înşa bikin”

: 2017-04-26 15:56

MÊRDÎN - Hîndekarê Zanîngeha Artukluya Mêrdînê Doç. Dr. Fasîh Dînç, di derbarê pirsgirêkên perwerdehiya herêmê de nirxandin kir.

“Divê ku em ji nû ve pergala perwerdehiyê înşa bikin”

Hîndekarê Zanîngeha Artukluya Mêrdînê Doç. Dr. Fasîh Dînçê ku di derbarê pirsgirêkên perwerdehiya herêmê de nirxandin kir diyar kir divê ku ji nû ve pergala perwerdehiyê were înşakirin.

Dînç, diyar kir dema ku mirov li dîroka herêmê mêze dike tê dîtin ku gelek zanist û kesên xwedîraman jê derketine. Dûvre Dînç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rastî, herêma me herêmeke berhemdêr e. Lê divê ku sedemên jidestdayîna berhemdêriyê were lêkolînkirin. Sedema kêmbûna rêjeya serkeftina li herêmê ew e ku mamosteyên hêja û biwesf nayên perwerdekirin.”

“Mamosteyên ku dê perwerdehî bidabûna di navenda wê herêmê de perwerde didîtin”

Dînçê ku destnîşan kir pirraniya mamosteyên ku li herêmê ders didin ji derveyê bajêr tên wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mamosteyên ku tên jî piştî demeke ku li vir dimînin tê dîtin ji bo ku biçin memleketê xwe hewl didin. Ev tedawula mamosteyan rasterast rêjeya mamosteyan bandordar dike. Dema ku em li perwerdehiya Dewleta Osmaniyan dikin tê dîtin ku dibistanên mamosteyan li navenda wîlayetan de ne. Mamosteyên ku dê perwerdehî bidabûna di navenda wê herêmê de perwerde didîtin. Lewra mamosteyên ku li wê derê perwerdehî didîtin bi hêviyeke ku dê ew mamoste di herêmên xwe de zêdetir bixebitin hebû. Lê em negihan armanca xwe. Dema ku niha lê tê mêzekirin pirraniya mamosteyên li herêmê ji xerbê tên.”

Dînç, destnîşan kir mamosteyên ku tên herêmê ji ber sedemên cûr bi cûr an jî ji ber binasiyan an dixwazin biçin memleketên xwe yan jî hewl didin ku biçin dereke ya ku nêzîkê memleketê wan e.

“Me nekarî mamosteyên bi wesf perwerde bikin”

Dînç, destnîşan kir ku mamosteyên bi wesf perwede bikin û endîşeya mamosteyan a aborî heye. Divê ev meslek ji bo îdealeke neyê kirin. Dûvre Dînç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mamoste, munevverek e û rewşenbîr e. Kesê ku her tim perwerdehî dide û pher tim dixebite ye. Kesê ku di nav xwe de dînamîzmê dide dibistan û xwendekaran e. Me nekarî mamosteyên bi wesf perwerde bikin. Ji ber vê yekê perwerdehiyeke baş nayê dayîn.”

“Xwendevanên ku pirsgirêka wan a zimanê zikmakî heye di warê fêmkirinê de pirsgirêk dijîn”

Dînç, destnîşan kir ku ji xeynê van pirsgirêkan hinek pirsgirêkên din jî hene. Di serî de xwendekarên ku pirsgirêka wan a zimanê zikmakî heye di warê fêmkirinê de pirsgirêk dijîn. Dûvre Dînç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku zarokeke li herêmê dest bi dibistanê dike ji ber ku Tirkî zimanê wê ya zikmakî nîne yan jî heta wê çaxê ya Tirkî û yan jî Erebî diaxive wek meyînî heyama perwerdehiyê bandordar dike û derengtir potansiyela hînbûnê bidest dixe. Li vir pirsgirêka fêmkirinê derdikeve holê. Ji ber vê yekê divê ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî were axavtin û were rojevê.”

Dînç, anî bibîranîn ku çawa medreseyên ku bi çend zimanan perwerdehî didan hatin asêkirin saziyên perwerdehiyê jî hatine asêkirin. Dûvre Dînç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Navendên zanistê yên kevneşopî yên ku ji dîrokê hatine hatin asêkirin. Zimanê herêmê mekanîzmaya wê hat vederkirin û hewl hat dayîn ku ji bilî ve ji derve bi hişmendiyeke navendparêz şekil bigire. Lê di vê warê de jî serkeftin nehat bidestxistin.”

“Li Mêrdînê navendên ku bi 3 zimanan perwerde didan hebûn”

Dînç, diyar kir berê xwendekarên ku ji medresê mezûn dibûn 4 ziman dizanîna û hakimê van zimanan bûn. Dûvre Dînç wiha pê de çû: “Îro dema ku em lê mêze dikin xwendekarê ku zanîngehê diqedîne gelo 4 ziman dizane? Ev yek jî dide nîşandan ku pergala perwerdehiya me çi qasî kêm e. Mînak heke em di derheqê Mêrdînê de biaxivin li Mêrdînê navendên ku bi 3 zimanan perwerde didan hebûn.”

“Divê ku em pergaleke perwerdehiyê ya nû saz bikin”

Dînç, diyar kir pêwîst e ku pergaleke perwerdehiyê ya nû were sazkirin. Dûvre Dînç wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê ku em ji vir pê ve pergaleke perwerdehiyê ya nû saz bikin. Êdî bi vê pergala mewcûd nameşe. Bi pergala perwerdehiyê ya mewcûd em nikarin însan perwerde bikin. Divê ku em pergaleke perwerdehiyê ya nû saz bikin.” (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid (4)

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid (4)

2017-05-29 11:00:38

Nişteciyên Gundê Xanikê yên ku bûne şahidê cinayet û qetlîamên PKKê, herî dawî ew bûn şahidê Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhanê ku ji teref HDPyiyan ve hat qetilkirin.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(3)

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(3)

2017-05-29 10:02:22

Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan di 29ê Gulana 2015an de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn qetilkirin ku ev qetilkirin cardin zilma ku ji teref PKKê ve di salên 90î de li gundê Xanikê hatine kirin anî bîran.

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(2)

Xanikêya ku ji zilma PKKê re bûye şahid(2)

2017-05-29 09:25:19

Gundê Xanikêya ku bûye şahidê wan qetlîam û cinayetên ku di salên 90î de ji teref PKKê ve li gund û bajêrên Kurdistanê dihatin kirin ji bîr nake.

Hemû Nûçe

“Ew cezayên ku ji tacirên tiryakê re tên dayîn ne tirsdêr in”

Serokê Şaxa Mêrdînê yê Yeşîlayê Lutfu Gunluogluyê ku diyar kir her roja ku derbas dibe bikaranîna tiryakê zêde dibe derheqê xetereya bikaranîna tiryakê de wisa got: “ Ticareta tiryakê sûceke gelek mezin e lê ew cezayên ku tên dayîn netirsdêr in.”

“Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye”

Serokkomar Erdoganê ku beşdarî merasîma vekirina konferansa ku ji teref YOKê ve hat tertîpkirin bû derheqê Mescîda Eqsayê de diyar kir ‘Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye.’

Karên Derve: Em wê daxuyaniya berdevkê Îsraîlî yê ku hedê xwe nizane şermezar dikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve Muftuoglu ji wan gotinên ku ‘Wezareta Karên Derve’ yê rejîma terorê derheqê gotinên Erdogan de gotine re bertek nîşan da.

Yetîm-Der xelkê ji bo merasîma dawetê vexwand

Yetîm-Dera ku navenda wê li Diyarbekirê ye ew ê di bergeha projeya ‘Ber bi hizûrê ve gav’ de xelkê vexwend bernameya daweta ku dê di 28ê Tîrmehê bê tertîpkirin.

"Kameramanê" ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe hat binçavkirin

Nûçegihanê berê yê Gelê Kurdistan TVyê yê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe di operasyonên ku vê şeveqê li Diyarbekirê li dijî PKKê hatin lidarxistin de hat binçavkirin.
Hemû Nûçe