Serokkomar Erdogan:Ew ê ew kesên ku dixwazin ji kaosa li Sûriyê sûdê werbigrin winda bikin

: 2017-05-17 11:05

WASHÎNGTON - Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê DYAyê Donald Trump re daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê da. Erdogan di daxuyaniya çapemeniyê de destnîşan kir “ Ew kesên dixwazin ji tevlîheviya li Sûrî, Iraq, Yemen û li Libyayê sûdê werbigrin dê winda bikin.”

Serokkomar Erdogan:Ew ê ew kesên ku dixwazin ji kaosa li Sûriyê sûdê werbigrin winda bikin

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan  di axavtina xwe ya ku di civîna çapemeniyê da de destîşan kir ji teref hinek welatên ve muhatabgirtina YPG/PYDê ne dirist e.

“Ew kesên ku dixwazin ji kaosa li Sûriyê sûdê werbigrin dê winda bikin”

Serokkomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir em bi qerar in  ku li dijî wan rêxistinên terorê yên ku dahatûya me hevpar tehdîd dikin mucadele bikin. Erdogan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di dahatûya herema me de cî ji rêxistinên terorê tuneye. Nexasim ji teref kî ve dibe bila bibe muhattabgirtina YPGê çewt û xelet e. Her wiha ew ê ew kesên ku dixwazin ji kaosa li Sûriyê firsedê werbigrin winda bikin.”

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump jî di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê de destnîşan kir ew ji qebûlkirina Serokkomar Erdogan şanaz e û wiha got: “Di warê micadeleya bi DEAŞ û PKKê de em li ba Tirkiyê ne.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Serokwezîrê berê ê Yewnanîstanê  Mîçotakîs mir

Serokwezîrê berê ê Yewnanîstanê Mîçotakîs mir

2017-05-29 11:58:01

Konstantîn Mîçotakîsê ku ji Serokwezîrên berê Yewnanîstanê bû mir.

Esîrên Filistînî dawî li greva birçîbûnê anîn

Esîrên Filistînî dawî li greva birçîbûnê anîn

2017-05-28 10:50:33

Esîrên Filistînî yên ku ev 41 roj e di zindanên rejîma îşxalker a siyonîst de gireva birçîbûnê didomînin dawî li greva birçîbûnê anîn.

Li Misirê  êrîş li otobusa ku Kiptî tê de bûn hat kirin: 23 mirî

Li Misirê êrîş li otobusa ku Kiptî tê de bûn hat kirin: 23 mirî

2017-05-26 13:58:04

Li bajêra Mînyaya Misrê êrîşa çekdarî li otobusa ku tê de Kiptî hebûn hat kirin, di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin 23 kes mirin.

HEMÛ NÛÇE

Temamê eskerên ku li Manîsayê têdawî dibûn ji nexweşxanê derketin

Temamê eskerên ku li Kirkagaça Manîsayê ji ber îxtîmala bijehrê ketinê hatibûn rakirin nexweşxanê, atin taburcîkirin.

Li Wanê 55 kîlo eroîn hat bidestxistin

Li Elbaka Wanê di operasyona ku hat kirin de di nava wesayîtekê de tev de 55 kîlo eroîn hat bidestxistin.

Paleyiya nîskan a ku li rasta meha Remezanê hat dest pê kir

Cotkarên Êlihî yên ku dest bi paleyiya nîskan a îsal kirin destnîşan kirin ji ber ku paleyiya nîskan li rasta meha Remezanê hatiye ew paleyiyê piştî paşîvê di wan wextên hênik de dikin.

“21 hezar û 664 kes li benda neqla gurçikê ne”

Pîsporan destnîşan kir digel meha Gulanê pêdiviya 21 hezar û 664 kesan ji neqla gûrçikan re heye ku ji ber vê pêdiviyê divê civak di vî warî de bê bi şiûrkirin.

Mîqdara fitrê hindikbûna mizeya kêmtirîn nîşan dide

Ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve mîqdara fitrê ya îsal wek 16 TL hat diyarkirin ku ev hindikbûna heqê fitrê cardin wê kêmbûna mizeya kêmtirîn a di bin sînora birçîbûnê de nîşan dide.

HEMÛ NÛÇE