‘Heremên taybet ên bi ewlehî’ gundiyên ku heywanan xwedî dikin bifikar dikin

: 2017-05-19 15:37

BIDLÎS - Ji ber operasyonên ku li çoltera Rojhilatê ji ber ‘heremên taybet ên bi ewlehî’ tên lidarxistin kesên ku heywanan xwedî dikin û heywanên xwe li zozanan diçêrenin mexdûr dibin.

 ‘Heremên taybet ên bi ewlehî’ gundiyên ku heywanan xwedî dikin bifikar dikin

 Hat ragihandin ji ber operasyonên ku li çoltera Rojhilat tên lidarxistin  ‘heremên taybet ên bi ewlehî’ tên lidarxistin ku ev yek jî kesên ku heywanan xwedî dikin û heywanên xwe li zozanan diçêrenin mexdûr dike.  Kutbeddîn Kayayê ku li Gundê Kizwaka Tatwanê  heywanan xwedî dike di derbarê mijarê de diyar kir zozan û mêrgên gundê wan zehf e; lê belê ew ji ber ‘herema taybet a bi ewlehî’ nikarin heywanên xwe bibin zozanan.

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir li gundê wan ji zêdetirî 6 hezarî pez heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo heywanan av jî tuneye. Li gund ji bo heywanan 16 hezar donim mêrg heye. Lê belê destûr nadin ku em heywanên xwe derxînin zozanan. Hemû derê me qedexe kirine. Em xwediyên heywanan di haleke zehmet de ne.”

Kaya di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir: “ Ger zozan serbest bûbana, ew ê pereke baş ji karê heywanan hatibana. Îro kîloya pênîr 15-20 TL ye. Bihaya heywanekî/ê hezar tl ye. Li vê derê mêrg û çêrgeh gelek zêde ne, lê belê em nikarin heywanên xwe li van deran biçêrenin.  Ger îro ava me hebana û mêrg neqedexebana tu zehmetiya me nedima. Em di van şertan de ne dikarin heywanan bifiroşin ne jî wan bifiroşin. Ger em bifiroşin em ê debara xwe çawa bikin? Av tuneye ku em erdan biçînin. Em perîşan bûne.”

Şivanê bi navê Celal Koçak jî di derbarê mijarê de diyar kir karê şivantiyê kareke baş e, lê belê ji ber ku  ew nikarin heywanên xwe bibin mêrg û çêrgehan bi gelek mişkîliyan rûbirû dimînin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li 59 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derve

Li 59 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derve

2017-05-29 12:29:10

Ji ber operasyonên ku dê bên lidarxistin li 59 gundên ku girêdayê 4 navçeyên Diyarbekirê ne qedexeya derketina derve hat îlankirin.

3 PKKyî hatin kuştin

3 PKKyî hatin kuştin

2017-05-29 11:36:35

Di operasyona ku li çoltera Colemêrgê tê lidarxistin de 3 PKKyî hatin kuştin.

Wezîrê Karên Hundir çû Çiyayê Katoyê ya ku lê operasyan tê kirin

Wezîrê Karên Hundir çû Çiyayê Katoyê ya ku lê operasyan tê kirin

2017-05-28 18:09:53

Wezîrê Karên Hundir Sileyman Soylu li Betûşebaba Şirnexê derket Çiyayê Katoyê ya ku lê ev 40 roj e li dijî PKKê operasyon tê lidarxistin.

HEMÛ NÛÇE

Temamê eskerên ku li Manîsayê têdawî dibûn ji nexweşxanê derketin

Temamê eskerên ku li Kirkagaça Manîsayê ji ber îxtîmala bijehrê ketinê hatibûn rakirin nexweşxanê, atin taburcîkirin.

Li Wanê 55 kîlo eroîn hat bidestxistin

Li Elbaka Wanê di operasyona ku hat kirin de di nava wesayîtekê de tev de 55 kîlo eroîn hat bidestxistin.

Paleyiya nîskan a ku li rasta meha Remezanê hat dest pê kir

Cotkarên Êlihî yên ku dest bi paleyiya nîskan a îsal kirin destnîşan kirin ji ber ku paleyiya nîskan li rasta meha Remezanê hatiye ew paleyiyê piştî paşîvê di wan wextên hênik de dikin.

“21 hezar û 664 kes li benda neqla gurçikê ne”

Pîsporan destnîşan kir digel meha Gulanê pêdiviya 21 hezar û 664 kesan ji neqla gûrçikan re heye ku ji ber vê pêdiviyê divê civak di vî warî de bê bi şiûrkirin.

Mîqdara fitrê hindikbûna mizeya kêmtirîn nîşan dide

Ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve mîqdara fitrê ya îsal wek 16 TL hat diyarkirin ku ev hindikbûna heqê fitrê cardin wê kêmbûna mizeya kêmtirîn a di bin sînora birçîbûnê de nîşan dide.

HEMÛ NÛÇE