Serokê Goranê jiyana xwe ji dest da

: 2017-05-19 16:07

Hewlêr - Serokê Giştî yê Harekata Goranê Newşîrwan Mistefa di 73 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Serokê Goranê jiyana xwe ji dest da

Serokê Heraketa Goranê yê ji partiyên Kurdistana Iraqê di 73 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Heraketa Goranê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin  Noşîrwan Mistefayê ku nexweş bû li Sileymaniya bajêra Kurdistana Iraqê jiyana xwe ji dest da.

Mistefa ev nêzî salekî bû ku li Londraya Îngîltereyê dihat tedawîkirin.

Neşîrwan Mistefa kî ye?

Neşîrwan Mistefayê ku di sala 1944an de li Sileymaniyê ji dayik bû û perwerdehiya xwe ya dibistina destpêk û navînê li Sileymaniyê xwend. Mistefayê ku di sala 1967an de ji Fakulteya Zanyarên Siyasî ya Zanîngeha Baxdayê mezun bû  di destpêkên salên 70yî de li Ewusturyayê lîsansa bilind kir. Neşîrwan di 1960an de gava xwe ewil avêt qada siyasetê û beşdarî Yekîtiya Xwendakarên  Kurdistanê bû. Di sala 1963-64an de bû endamên lijneya birêvebiriyê.

Mistefayê ku di sala 1967an de endamê Teşkîlata Bajêr a Sileymaniyê yê KDPê bû  ji wan endamên damezrînêrên eslî yên YNKê bû.

Neşîrwan di sala 2009an de partiya Goranê damizrand.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Ji Cemiyeta Mustezafan peyama Remezanê

Ji Cemiyeta Mustezafan peyama Remezanê

2017-05-26 18:30:02

Ji teref Navenda Giştî yê Cemiyeta Mustezafan ve peyama Remezanê hat weşandin.

Ji Yapicioglu peyama Remezanê

Ji Yapicioglu peyama Remezanê

2017-05-26 16:21:59

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu temennî kir meha Remezanê ji bo temamê alema Îslamê bibe wesîleya biratî, wehdet û rizgariyê.

Remezan dê îşev bi paşîva ewil dest pê bike

Remezan dê îşev bi paşîva ewil dest pê bike

2017-05-26 15:53:46

Remezana ku siltana yazdeh mehan e îşev dê bi paşîva ewil dest pê bike. Îşev digel despêka wexta rojiyê ew ê remezan herî pêşî li Ardaxanê û herî dawî jî li Muxlayê dest pê bike.

HEMÛ NÛÇE

Li Agiriyê 29 PKKyî hatin kuştin

Di operasyonên ku li Agiriyê li dijî PKKê hatin kirin de 29 PKKyî hatin kuştin

Li Entalya di mezinahiya 4,3an de erdhej

Ji teref Serokatiya Daîreya Erdhejê ya AFADê ve hat ragihandin li Kaşa Entalyayê di mezinahiya 4,3an de erdhejek pêk hat.

Tîpên “w-x-q” li mekteban ketin mifredatê

Hat ragihandin ew ê di bergeha dersa Tirkî de ji xwendekarên pola 4emîn re tîpên “w-x-q” bên hînkirin.

Wezareta Karên Derve ji DYAyê re bertek nîşan da

Wezareta Karên Derve ji pêşnûmaya ku ji teref Meclîsa Temsîlkaran a DYAyê ve di derheqê bûyerên dema ziyareta Serokkomar Erdogan de li Washîngtonê derketin de hatibû amadekirin re bertek nîşan da.

Li Şemzînanê 2 PKKyî hatin kuştin

Di pevçûna ku li Şemzînana Colemêrgê derket de 2 PKKyî hatin kuştin û eskerek jî birîndar bû.

HEMÛ NÛÇE