Avahiya nû ya Weqfa Umut Kerwani bi diayan hat vekirin

: 2017-05-19 18:13

STENBOL - Avahiya nû ya Weqfa Umut Kerwaniya ku bi alîkariyên ku dike rûyê kesên feqîr û jar dikenînî bi diayan hat vekirin.

Avahiya nû ya Weqfa Umut Kerwani bi diayan hat vekirin

Weqfa Umut Kerwani ya ku bi alîkariyên maddî û manewî yên ku ji feqîr û jaran re dike û bi xebatên ku hewil dide  nesleke zana perwerde bike li Taxa Yavuz Selîma Esenlera Stenbolê avahiya xwe nû ya xizmetê bi diayan vekir.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk, Serokê Weqfa Umut Kerwani Abdulbaqî Yeşîlmen, Bedrî Dulgeyê Koordînatorê Herema 3yemîn ê Heyeta Mutevellî yê Weqfa Umut Kerwani, Serokê Lijneya Îcrayê yê Koma Dogru Medyayê Fîkret Gultekîn, Birêveberê Weşanê Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş û gelek birêveberên STKyan beşdarî vekirina merasîma avahiya nû bûn.

“Me qada xwe ya xebatê fireh kir da ku ji kesên feqîr û jar re alîkarî bê kirin.”

Serokê Weqfa Umut Kerwani Abdulbaqî Yeşîlmen di vekirina merasîma avahiyê de axavtinek kir. Yeşîlmen di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir  ew qada xebatên xwe fireh kirine da ku alîkariyê bigihijînin feqîr, jar û hewcedaran û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji rexekê ve ji bo rihetî û hizûra xwe û naskiriyên xwe hewil didin û ji rexê din ve jî  kesên ne dûrî me ne hewil didin sax bimînin û mucadeleya jiyanê didin. Ji ber tiştên ku hinek kes dikin  heqê jiyanê ya însanan ji destên wan tê standin. Em wek Weqfa Umut Kerwani  ji vê yekê re dê  nebin temaşakar. Weqfa me ya ku di sala 2013an  de hat damzirandin di sala 2017an de bû sazimanî û qada xwe ya xebatê fireh kir da ku ji kesên feqîr û jar re alîkarî bê kirin.”

Yeşîlmen di berdewama axavtina xwe qala xebatên alîkariyê yên ku ji teref weqfa wan ve him li nava welet û him jî li derveyê welêt hatine kirin kir û diyar kir kesên dixwazin dikarin ji ser malpera www.umutkervani.org.tr li wan binêrin. Yeşîlmen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me digel 60 STKyan qerar da da ku em bi hev re xebatê bikin. Divê xelkê me qinyantiya xwe bi weqfan bînin û xwedî li wan derkevin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li 59 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derve

Li 59 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derve

2017-05-29 12:29:10

Ji ber operasyonên ku dê bên lidarxistin li 59 gundên ku girêdayê 4 navçeyên Diyarbekirê ne qedexeya derketina derve hat îlankirin.

3 PKKyî hatin kuştin

3 PKKyî hatin kuştin

2017-05-29 11:36:35

Di operasyona ku li çoltera Colemêrgê tê lidarxistin de 3 PKKyî hatin kuştin.

Wezîrê Karên Hundir çû Çiyayê Katoyê ya ku lê operasyan tê kirin

Wezîrê Karên Hundir çû Çiyayê Katoyê ya ku lê operasyan tê kirin

2017-05-28 18:09:53

Wezîrê Karên Hundir Sileyman Soylu li Betûşebaba Şirnexê derket Çiyayê Katoyê ya ku lê ev 40 roj e li dijî PKKê operasyon tê lidarxistin.

HEMÛ NÛÇE

Temamê eskerên ku li Manîsayê têdawî dibûn ji nexweşxanê derketin

Temamê eskerên ku li Kirkagaça Manîsayê ji ber îxtîmala bijehrê ketinê hatibûn rakirin nexweşxanê, atin taburcîkirin.

Li Wanê 55 kîlo eroîn hat bidestxistin

Li Elbaka Wanê di operasyona ku hat kirin de di nava wesayîtekê de tev de 55 kîlo eroîn hat bidestxistin.

Paleyiya nîskan a ku li rasta meha Remezanê hat dest pê kir

Cotkarên Êlihî yên ku dest bi paleyiya nîskan a îsal kirin destnîşan kirin ji ber ku paleyiya nîskan li rasta meha Remezanê hatiye ew paleyiyê piştî paşîvê di wan wextên hênik de dikin.

“21 hezar û 664 kes li benda neqla gurçikê ne”

Pîsporan destnîşan kir digel meha Gulanê pêdiviya 21 hezar û 664 kesan ji neqla gûrçikan re heye ku ji ber vê pêdiviyê divê civak di vî warî de bê bi şiûrkirin.

Mîqdara fitrê hindikbûna mizeya kêmtirîn nîşan dide

Ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve mîqdara fitrê ya îsal wek 16 TL hat diyarkirin ku ev hindikbûna heqê fitrê cardin wê kêmbûna mizeya kêmtirîn a di bin sînora birçîbûnê de nîşan dide.

HEMÛ NÛÇE