A A A

Li hember ocaxên ku germahiyên wan hezar û 500 derece ne rojî digrin

: 2017-05-31 16:38

ENTAB - Karkerên rijandina hesinê yên ku li Entabê li hember ocaxên ku germahiya wan digihije hezar û 500 derece dixebitin diyar kirin çi qas bi zehmet be jî ew ê emrê Xweda bi cî bînin û rojî bigrin.

Li hember ocaxên ku germahiyên wan hezar û 500 derece ne rojî digrin

Li Entabê kesên ku di Sîteya Pîşêsaziya Kusgetê  de wezîfeya karkeriya rijandina hesinê dikin li hember ocaxên ku germahiya wan digihije hezar û 500 derece hewil didin rojiyê bigrin. Karkerên hesinkariyê yên ku di bin wê germahiyê de rojî digrin û dixebitin  diyar kirin çi qas bi zehmet be jî  ew ê emrê Xweda bi cî bînin û rojiya xwe  bigrin.

“Çi qas bi zehmet be jî em ê rojiya xwe bigrin”

Karkerê bi navê Hasan Doner ê ku karê rijandina hesinê  dike  di derbarê mijarê de diyar kir ew germahî ne manie ku ew rojî bigrin  û wiha gotin: “ Girtina rojiyê ji bo me ferz e. Tiştek li ber girtina rojiyê ji bo me ne asteng e. Hemû tişt bi daxwaza Xweda çêdibe. Diwarê zehmetiyê de Xweda dibe alîkarî. Ji ber wê yekê em hewil didin rojiyê bigrin. Hinek însan rojiyê nagirin û hinek însan bi baweriya ku Xweda daye wan  hewil didin emrê rojiyê bi cî bînin. Çi qas bi zehmet be jî em ê rojiya xwe bigrin.”

“Em mecbûr in  ku vê ferza Xweda bi cî bînin”

Doner di berdewama axavtina xwe de diyar kir  cihê ku ew lê dixebitin gelek zêde germ e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha germahiya van ocaxan hezar û 500 derece ye. Germahiya derve 38 derece  û ya hindur jî digihije 70 derece. Germahiya ocaxê jî hezar û 500 derece ye. Bi zehmet dibe. Rojiya hêsan tuneye. Em mecbûr in  ku vê ferza Xweda bi cî bînin. Em rojane 8 seatan dixebitin. Ev der çi qas germ be bila bibe ji cehnemê ne germtir e. Lê belê ji wê cehnemê deriyeke revê heye. Ew jî dema ku mirov li dinyayê be bi cî anîna tiştên ku Xweda wan ferz kiriye û xwe ji tiştên ku Xweda nehya me ji wan kiriye xwe mihafezekirin e.Piştî ku însan xwest pê ve Xweda ni niyeta însên dizane û li gor wê jî jê re dibe alîkar.Piştî ku tê xwest pê ve kîjan zehmetî dibe bila bibe Xweda dibe alîkar.”

Her wiha kesên bi navê Mehmet Doner, Yusuf  Yilmaz, Muhammed Alluç û Huseyîn Altunê ku di karê rijandina hesinê de  dixebitin jî di derbarê di germahiyê de rojî girtinê de diyar kirin  şert û merc çi qas giran dibin bila bibin em ê rojiyên xwe bigrin û ev yek wezîfeya me ya evdîtiyê ye.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Bajêr bajêr wextên Nimêja Eydê

Bajêr bajêr wextên Nimêja Eydê

2017-06-24 19:02:55

Eyda Remezanê wê sibe bê îdrakkirin.Wextê nimêjên ku ew ê di vê roja pîroz de ji teref Mislimanan ve bên edakirin hatin diyarkirin.

Kerwana Ûmudê xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne

Kerwana Ûmudê xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne

2017-06-23 10:00:22

Kerwana Ûmudê ya ku ji ber minasebeta meha Remezanê seferberiya alîkariyê dabû destpêkirin di bergeha seferberiyê de xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne.

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

Şeva Qedrê bi dia û zikiran hat îhyakirin

2017-06-22 11:56:48

Ji ber minasebeta Şeva Qedrê Diyarbekirî berê xwe dan camiyan û beşdarî bernameyên ku di camiyan de hatin tertîpkirin bûn. Welatiyên ku çûn mizgefta Şeva Qedrê bi dia û zikirina îhyakirin.

Hemû Nûçe

Serokê Şaredariya Mezin ê Stenbolê Topbaş îstîfa kir

Serokê Şaredariya Mezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş dev ji karê xwe berda.

Barzanî: Piştî vê seatê referandûm nayê paşvexistin

Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî destnîşan kir piştî vê seatê referandûm nayê paşvexistin.

Hejmara kesên ku di noqbûna keştiyê de mirin derket 21an

Hat ragihandin li Kocaeliyê keştiya penaberan binav bû, di binavbûna keştiyê de hejmara penaberên ku jiyana xwe ji dest dan derket 21an.

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

Namzedên mexdûr ên mamostetiyê yên ku hatine tayînkirin lê ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi kar bikin diyar kirn bêyî ku tu hincet bê nîşandan heqê wan ji destên wan hatiye standin.

Erdogan di Forma Kar de wê desteka ku Amerîka dide PKKê anî rojevê

Serokkomar Erdoganê ku di Forma Kar a Kûrewî ya Bloombergê de daxuyanî da wê desteka ku Amerîka dide PKKê anî rojevê.
Hemû Nûçe