A A A

Di şewata ku derket de 3 zarok jiyana xwe ji dest dan

: 2017-07-17 10:50

RİHA - Li Sîwereka Rihayê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di malekê de şewat derket. Di şewata ku derket de 3 zarokên ku ji ber dû bi jehrê ketin jiyana xwe ji dest dan.

Di şewata ku derket de 3 zarok jiyana xwe ji dest dan

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin şewat di mala li taxa Karacadaxa ku 40 kîlometre ji navçê dûr e derketiye û mal aîdî Hecî Menek e û li ser banê xanî ax e.

Hecî Menek û xanima  wî di derdora seat 05.30an de ji bo bixebitin  çûn nav erd. Dema ku ew çûn xebatê zarokên wan di hundir de radizan û ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di mal de şewat derket.  Kesên derdorê yên ku şewatê dîtin bang li îtfayê kirin û hewildan bi qasî qeweta xwe mudaxeleyî êgir bikin.

Welatiyên ku ji ber dû nikaribûn mudaxeleyî êgir bikin bi zorê ketin nava malê û zarokên ku ji ber dû bi jehrê ketine rakirin nexweşxanê. 3 zarokên bi navê Bedriye (3), Mustafa (2) û Ahmet Menek (6 mehî) yên ku ji ber şewatê bi jehrê ketine  digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest dan.

Celal Çelîkê ku ji şewatê re bûbû şahid di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku ew nikarinbûn zarokan xelas bikin mehzûn in û wiha axivî: “ Me dît ku dû bi ser malê dikeve.Pîrika zarokan li kêlekê  çêlekan didot. Me camê şikand û me hewil da têkevin hundir. Lê ji ber dû em nikaribûn bikevin hûndir. Em li dora malê çûn û hatin lê em nikaribûn bikevin hundir.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Tetbîqata li Herema Habûrê ket roja 6an

Tetbîqata li Herema Habûrê ket roja 6an

2017-09-23 15:53:08

Tetbîqata ku berî vê 6 rojan ji teref TSKyê ve li Herema Habûrê hatibû destpêkirin hêj berdewam dike. Di roja 6emîn de yekîneyên teqwiye beşdarî tetbîqatê bûn.

Wezareta Karên Hundir: 17 PKKyî hatin kuştin

Wezareta Karên Hundir: 17 PKKyî hatin kuştin

2017-09-23 15:15:25

Wezareta Karên Hundir destnîşan kir di operasyonên ku di nav 24 seatên dawî hatin kirin de 17 PKKyî hatin kuştin.

Zarokên Sûriyeyî digel trawmaya ku dijîn dîsa jî ji dahatûyê hêvîdar in

Zarokên Sûriyeyî digel trawmaya ku dijîn dîsa jî ji dahatûyê hêvîdar in

2017-09-23 14:23:14

Xwendekarên penaber ên Sûriyeyî yên ku li Diyarbekirê di mektebên demborî de hewil didin perwerdehiya xwe bidomînin digel trawmaya ku dijîn dîsa ji dahatûyê hêvîdar in.

Hemû Nûçe

MGK: Divê Birêveberiya Heremî ya Kurdistana Iraqê dev ji qerara referandûmê berde

Di danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya ku di serokatiya Serokkomar Erdogan hat civîn de hat destnîşankirin divê divê dev ji wê qerara referandûmê ya ku tê xwestin li Kurdistana Iraqê bê kirin bê berdan.

Serokê Şaredariya Mezin ê Stenbolê Topbaş îstîfa kir

Serokê Şaredariya Mezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş dev ji karê xwe berda.

Barzanî: Piştî vê seatê referandûm nayê paşvexistin

Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî destnîşan kir piştî vê seatê referandûm nayê paşvexistin.

Hejmara kesên ku di noqbûna keştiyê de mirin derket 21an

Hat ragihandin li Kocaeliyê keştiya penaberan binav bû, di binavbûna keştiyê de hejmara penaberên ku jiyana xwe ji dest dan derket 21an.

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

Namzedên mexdûr ên mamostetiyê yên ku hatine tayînkirin lê ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi kar bikin diyar kirn bêyî ku tu hincet bê nîşandan heqê wan ji destên wan hatiye standin.
Hemû Nûçe