A A A

Divê dosya Başûrê Rojhilat a FETO bê vekirin

: 2017-07-17 12:31

NAVENDA NÛÇEYAN - Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Goktaş di nivîsa xwe ya îro de diyar kir FETO li hember Kurdên dîndar û camiaya Hîzbullah bi şikleke eşkere û bêwiojdan şer daye meşandin û dû re got ‘Divê ji bo FETO dosyeke nû û cîddî ya Başûrê Rojhilat bê vekirin.’

Divê dosya Başûrê Rojhilat a FETO bê vekirin

Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Goktaş   di nivîsa xwe ya îro ya Dogru Haberê de  diyar kir FETO li hember Kurdên dîndar û camiaya Hîzbullah bi şikleke eşkere  û bêwiojdan şer daye meşandin  û dû re destnîşan divê ji bo FETO dosyeke nû û cîddî ya Başûrê Rojhilat bê vekirin û  mesela FETO ger bes tenê bi darbeya 15ê Tirmehê ve were bidestxistin ev yek  xeletî ye.

Goktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir FETO heta çend sal berê jî di serî de bi îktîdar û derdora îktîdarê bi gelek hêlan re bê problem hebûna xwe berdewam dikir, îşê xwe dimeşandin û ber bi hedefa xwe ve diçû û dû re wiha got: “Ji xeynî Başûrê Rojhilat, Kurdên dîndar û Cemaeta Hîzbûllah. Wek me got FETO bi herkesî re bê problem bû, bi her kesî re xweş dida û distand. Feqet ji wan kesên ku me navê wan li jorê got re yanê bi Kurdên dîndar û Cemaeta Hîzbûllah re dijminatî û herbeke xedar dikir.”

“FETO bi heman hêz û quweta xwe êrîşî li ser wan dîndarên cefakar dikir û li hember wan dijminantî dikir”

Goktaş diyar kir di wî wextî de Mislimanên dindar yên herêmê digel PKK û JÎTEMê ji bo hebûna xwe ya Mislimantî li ser piya bigrin micadele didan û dû re wiha li nivîsa xwe zêde kir: “ PKK siyaseta ku li yê dijî xwe dimeşand li ser wan jî disepand; “Ya hûnê bi me re bin, daxilî nav me bibin, ya jî hûnê ji vê derê herin û ya jî em ê we bikujin.” Yanê Mislimanên dîndar birastî jî li çareya serê xwe dinerîn û tenê hatibûn hiştin.Ev jî ne bes bû ji wê rojê û pê de FETOya ku emniyet û daraz xistibû bin kontrola xwe muptelayê wan bûbû. Ya ecêb jî ev e ku Mislimanên herêmê mezinahiya dijminantiya ku li wan tê kirin nizanin, texmîn nakin, husnû zana wan ji vê yekê re dibe asteng.Îro her tişt bêhtir tê fêm kirin.Di wextekî ku serê wan di derdekî wisa de bû, îcar wê rojê têkoşîna wan bi FETO re ne Îslamî û ne jî biaqilî bû. Feqet FETO bi heman hêz û quweta xwe êrîşî li ser wan dîndarên cefakar dikir û li hember wan dijminantî dikir. Meznahiya êrîş û dijminantiyê jî bes tenê di dirêjahiya 30 salî de hew kumpasên bi rêya daraz û mehkemeyan lê hatiye kirine û bes tenê ne ku bi hinek binçaviyên derqanûnî û bi cezakirina wan sînordarkirî ne.Bi rêya medya û weşanxaneyan dixwestin muslimanên li herêmê hebûna xwe ya Îslamî diparêzin li ser piya bihêlin wan reş bikin, wan di çavê xelkê welêt de xerab û cûdaxwaz bidin nîşan û bi vî rengî jî wezîfeya dijminantiyê didan meşandin.Madem ku ewên ji zilm û neheqî, neyartî û dijminantiyê nisîbê xwe stendine hê li heyatê ne û saxin, madem ku ewên ev herba gemar didan meşandin FETO ya  ku di emniyet û daraz û eskeriyê de û di medyayê de ew jî hê li heyatê ye û ne mirine, wê demê divê ev kirinên wan hemû derveke rastê.Ser girtin û nuxumandî hiştina van tiştên heta îro hatine kirin, bi gotineke din li gor daxwaza FETO pêşkêş kirin, li gor me ji muslimanên him ji vî welatî û him jî, ji muslimanan re bi bihayekî mezin bûye mal. Di warê çareseriyê de rê û rêçên xelet hatiye xwestin bê sazkirin ku heyf bûye.”

“Bes tenê divê heyetek ji mêrxwasên zilaman saz bike”

Goktaş di dawiya axavtina xwe de teleb kir ji bo çareseriyê heyeteke bi nîzam û tertîp bê tertîpkirin û wiha dawî li axavtina xwe anî:”Qet nebe ji niha û pê de rêyên çareseriyê ku wê li ser zemînên bi sihet were ava kirin û rakirina xêliya tarî meseleya girîg û ehemiyeta heyatî ye.Hewceye rayedar xeta û xeletiyan dûbare neke û ne ku ji sazbend û şerqî û turkîbêjan, bes tenê divê heyetek ji mêrxwasên zilaman saz bike. Pêwiste ku ji bo FETO dosayek ciddî û nû ya Başûrê Rojhilat vebike.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Otobusa rêwiyan li TIRê qelibî: Miriyek 26 birîndar

Otobusa rêwiyan li TIRê qelibî: Miriyek 26 birîndar

2017-07-27 14:25:10

Li Mereşê otobusa rêwiyan ji paş ve li TIRê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn.

Hejmara parlementerên bajêran guherî

Hejmara parlementerên bajêran guherî

2017-07-27 11:31:54

Digel referandûma makeqanûnê hejmara parlementerên ku dê bikevin TBMM wek 600 hat diyarkirin. Ji ber vê yekê hejmara parlementerên bajêran guherî.

Di cenazê de selfî kişandin û weke ku mehzûn in hereket kirin!

Di cenazê de selfî kişandin û weke ku mehzûn in hereket kirin!

2017-07-27 10:47:18

Hinek kesên ku beşdarî merasîma cenazeya Harun Kolçakê ku berî vê çend rojan ji ber êşa qenserê mir bûn ji ber ku di merasîna cenazê de selfî kişandin û weke ku xemgîn û mehzûn in tevgeriyan bûn sedema reaksiyonan.

Hemû Nûçe

“Ew cezayên ku ji tacirên tiryakê re tên dayîn ne tirsdêr in”

Serokê Şaxa Mêrdînê yê Yeşîlayê Lutfu Gunluogluyê ku diyar kir her roja ku derbas dibe bikaranîna tiryakê zêde dibe derheqê xetereya bikaranîna tiryakê de wisa got: “ Ticareta tiryakê sûceke gelek mezin e lê ew cezayên ku tên dayîn netirsdêr in.”

“Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye”

Serokkomar Erdoganê ku beşdarî merasîma vekirina konferansa ku ji teref YOKê ve hat tertîpkirin bû derheqê Mescîda Eqsayê de diyar kir ‘Parastina rûmeta Mescîda Eqsayê wezîfeya temamê alema Îslamê ye.’

Karên Derve: Em wê daxuyaniya berdevkê Îsraîlî yê ku hedê xwe nizane şermezar dikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve Muftuoglu ji wan gotinên ku ‘Wezareta Karên Derve’ yê rejîma terorê derheqê gotinên Erdogan de gotine re bertek nîşan da.

Yetîm-Der xelkê ji bo merasîma dawetê vexwand

Yetîm-Dera ku navenda wê li Diyarbekirê ye ew ê di bergeha projeya ‘Ber bi hizûrê ve gav’ de xelkê vexwend bernameya daweta ku dê di 28ê Tîrmehê bê tertîpkirin.

"Kameramanê" ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe hat binçavkirin

Nûçegihanê berê yê Gelê Kurdistan TVyê yê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe di operasyonên ku vê şeveqê li Diyarbekirê li dijî PKKê hatin lidarxistin de hat binçavkirin.
Hemû Nûçe