A A A

“Ev ava bi şîfa li bajarekî din yê Anadolê bana wê her îmkan jê re amade kiribana”

: 2017-08-12 11:59

ÊLIH - Li gundê Kiderê ya girêdayê Sasona navçeya Êlihê, çavkaniya ava xwezayî ya madenî ku tê bawer kirin ji nexweşiya gurçikê re şîfa ye, ji teref gelek kesan ve tê ziyaret kirin.

“Ev ava bi şîfa li bajarekî din yê Anadolê bana wê her îmkan jê re amade kiribana”

Niştecîhên gund û kesên ku ji bajar û navçeyên derdorê ji bo şîfayê bibîne tên ser ava xwezayî ya madenî, dixwazin li der û dora çavkaniya vê avê tesîs werin ava kirin.

Ziyaretvanan talep kirin ku her sal di demsala havînê de ji dêleva bereqe û holikên ji teref ehlê gund ve tên saz kirin, divê ji teref dewletê ve tesîs lê werin înşa kirin. Lewra pêwiste av li wê derê were vexwarin, dema ku şûşe tên dagirtin û roj bi ser de derbas dibin wê taybetmendiya xwe ya şîfayê wunda dike.

Ji ziyaretvanan hat beyankirin ku diktor jî, ji bo şîfayê ava madenî tewsiye dikin û destnîşan kirin ku xelkê herêmê jî bawer dikin ev çavkanikya avê dibe wesîla şîfayê.

Cevahîr Arinecakê ziyaretvan, derbarê çavkaniya ava xwezayî ya madenî de wiha peyivî: “Ez li gelek herêmên Tirkiyeyê li çavkaniyên avê bi şîfa geriyame. Feqet min wek vê ava Sasonê bi tesîr av nedîtiye. Em ji memleketekî cûda hatine, cîhê ku em lê bimînin û lê rakevin tune ye. Em di binê siya daran de radikevin. Li vê derê heywanên bi jehrî ê weka mahr û dupişkan heye.”

“Xwe gihandina vê derê ji ber rêyên xerabe gelekî zehmet e”

Hamît Yavûzê ku destnîşan kir ev av gelekî bi feyde ye wiha li axavtina xwe zêde kir: “Feqîr û nexweş tên heta vê derê feqet cîhê ku lê bimînin û rakevin tune ye. Tu xizmet lê nehatiye kirin. Xwegihandina vê derê gelekî zor e û rê jî tevek xerabe ne. Ev xelkê vî herêmê ne, em dixwazin li vê derê tesîsek bê ava kirin. Ji bo nexweş ên ku tên ser avê bi hêsanî û dilekî rehet li vir bimînin û lê rakevin. Em dixwazin ji avêvexwun û hetta lê pîknîk bikin. Em rêya 5 deqeyan bi qasî nîv saetê bi zor gihaştin vir. Gelo ji ber ku ev der cihê feqîran e xizmet lê nayê kirin? Heger li vê derê rêyek hatibaya çêkirin wê xelkê me jê gelekî feyde stendibana.”

“Min weka vê avê bi tesîr av nedîtiye”

Medenî Bahşî yê ku behs kir ew ji gurçika xwe nexweş e û li ser tewsiyeyan hatiye vê derê avê vexwe wiha got: “Ez çûm ser gelek çavkaniyên avê, feqet min weka vê avê bi tesîr û qenc nedîtiye. Rêya wê tune ye, gelek însan dixwazin bên vê derê feqet ji ber pirsgirêka rê nikarin werin. Heger ev çavkaniya avê ne li Rojhilatê başûr baya, li bajarekî din yê Anadolê baya niha hemû îmkan li wir hatibaya civandin. Ji ber ku li vî memleketê bê xweyî de ye ji lewma tu xizmetek lê nahatiye-nayê kirin. (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

18emîn salvegera Erdheja Marmarayê ye

18emîn salvegera Erdheja Marmarayê ye

2017-08-17 09:24:22

Di 17ê Tebaxa sala 1999an di seat 03.02an de Golcuka Kocaelî wek navend erdhejeke mezin pêk hat, îro ji ser vê Erdheja Marmarayê tam 18 sal derbas bûn.

 “Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

2017-08-17 08:57:57

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine  li benda azadiyê ne

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

2017-08-16 16:14:22

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Hemû Nûçe

Tatîla Eyda Qurbanê bû 10 roj

Piştî civîna Lijneya Wezîran hat ragihandin tatîla Eyda Qurbanê heta 10 rojan hat dirêjkirin.

“Em di warê peydakirina gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin”

Malbata Çetînbaşê ku ji 9 nefsan pêk tê lu Qabilcewza Diyarbekirê hewil dide di malake axî ya bi 2 ode bijîn diyar kirin ew di warê peydakirine gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin û niha li benda alîkariyê ne.

“Divê dewlet êdî dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde”

Ji teref HUDA PARê ve hat diyarkirin divê êdî dewlet dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde.

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin.

Şêx Raîd Salah ji teref çeteyên siyonist ve hat desteserkirin

Çeteyê terorê ya siyonist Şêx Raîd Salahê ku wek muhafizê Mescîda Eqsayê tê naskirin desteser kir.
Hemû Nûçe