A A A

“Ji nav we yê herî bi xêr-qenc ew kes e ku Quranê dixwîne û xwendinê hînî dike”

: 2017-08-12 14:07

MÊRDÎN - Li gundê Zivingê ya girêdayê Kerborana navçeya Mêrdînê, bi sedan xwendekarên ku beşdarê qursên Quranê ku di 12ê Hezîranê de hatibû dest pê kirin bûbûn, kêfxweşiya hînbûna Quranê dijîn.

“Ji nav we yê herî bi xêr-qenc ew kes e ku Quranê dixwîne û xwendinê hînî dike”

Li camiya gundê Zivingê ya bi ser navçeya Kerboranê ve ye bi salan e dersa Qurana Kerîm û ilmên Îslamî tê de tên dayin. Nêzî 200 xwendekarê keç û kur kêfxweşî û bextewariya hîn bûna xwendina Quranê dijîn.

Ji mamosteyê qursê Huseyîn Ozdemîr, îfade kir ku ji xwe re hedîsa Hz. Mûhemmed (s.x.l) a ku divê “Ji nav we yê herî bi xêr-qenc ew kes e ku Quranê dixweyne û hînî xwendinê dike” kiriye distûr û bi salan e perwerdeya Îslamî û dersa Quranê didin zarokê gund.

Ozdemîr, derbarê mijarê de wiha li axavtina xwe zêde kir: “Eger em dixwazin li ba Xwedê bi qîmet bin divê em Quranê hîn bibin û pêwiste em zarokên xwe jî hînî Quranê bikin. Weke çawa em li perwerdeya wan a mektebê miqatenin divê em bi heman awayî hetta bêhtir li perwerdeya Quranê ya zarokênxwe jî miqatebin. Lewra em herkes ji zarokên xwe mesûlin. Xwedayê Teala muheqeq wê hesabê zarokan ji me bipirse.”

Ji xwendekarên beşdarî qursê bûnin Abdûrrakîp Ozdemîr, Cebraîl Verîm û Ersîn Arslan jî, ji ber ku ew hatine mizgeftê û dînê xwe ‘elimîn in gelekî kêfxweş û bextewarin û tewsiye li hevsalên xwe jî kir ku ew jî herin camî û mizgeftan û dînê xwe hîm bibin. (ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

18emîn salvegera Erdheja Marmarayê ye

18emîn salvegera Erdheja Marmarayê ye

2017-08-17 09:24:22

Di 17ê Tebaxa sala 1999an di seat 03.02an de Golcuka Kocaelî wek navend erdhejeke mezin pêk hat, îro ji ser vê Erdheja Marmarayê tam 18 sal derbas bûn.

 “Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

“Em bi kêf û şahiya Eyda Qurbanê ji feqîran re goşt belav bikin”

2017-08-17 08:57:57

Mustafa Ozarslanê ji rayedarên Kerwanê Ûmudê yê Entabê ye destnîşan kir ew xebatên Eyda Qurbanê dane destpêkirin û banga bexşandina qurbanan li xêrxwazan kir.

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine  li benda azadiyê ne

Yûsufiyên mexdûr ên ku di salên 90î de serî li ber zilmê netewandine li benda azadiyê ne

2017-08-16 16:14:22

Ew Yûsufiyên ku li ber wê bagera tarî ya salên 1990an, pêvajoya bi sir û seqem a 28ê Sibatê, zext, cinayet û qetlîamên JÎTEM û PKKê serî netewandine û bi kumpas û komployên FETO hatine mexdûrkirin hêj li benda ji holê rakirina mexdûriyetan in.

Hemû Nûçe

Tatîla Eyda Qurbanê bû 10 roj

Piştî civîna Lijneya Wezîran hat ragihandin tatîla Eyda Qurbanê heta 10 rojan hat dirêjkirin.

“Em di warê peydakirina gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin”

Malbata Çetînbaşê ku ji 9 nefsan pêk tê lu Qabilcewza Diyarbekirê hewil dide di malake axî ya bi 2 ode bijîn diyar kirin ew di warê peydakirine gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin û niha li benda alîkariyê ne.

“Divê dewlet êdî dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde”

Ji teref HUDA PARê ve hat diyarkirin divê êdî dewlet dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde.

Li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin

Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Yemenê heta niha 500 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketin.

Şêx Raîd Salah ji teref çeteyên siyonist ve hat desteserkirin

Çeteyê terorê ya siyonist Şêx Raîd Salahê ku wek muhafizê Mescîda Eqsayê tê naskirin desteser kir.
Hemû Nûçe