A A A

Xaziyê 15ê Tîrmehê yê Mêrdînî vegeriya mala bavê xwe

: 2017-08-25 13:54

MÊRDÎN - Xelîl Alganê 46 salî yê ku di şeva teşebûsa 15ê Tîrmehê de li ser tankê berik îsabetî kirin piştî ku 13 mehan li nexweşxanê hat dermankirin re vegeriya mala bavê xwe ya li Mêrdînê.

Xaziyê 15ê Tîrmehê yê Mêrdînî vegeriya mala bavê xwe

Alganê ku bavê 2 zarokan e û ji ber îsabetkirina berikan qismen felc bûbû û nikaribû xeber bide li Balafirgeha Mêrdînê ji teref hezkirî û naskiriyên xwe ve hat pêşîwazîkirin.

Alganê ku derheqê wê şeva darbê de nirxandinan kir diyar kir ew di şeva darbê de li mala xwe bû û wiha got: “Wê şevê me televîzyon temaşa dikir, me lê nihêrt ku di temamê qanalan de heman tişt heye. Ez derketim derve, min  lê nihêrt xelk berê xwe daye ewlehiyê û ez jî beşdarî wan bûm. Li wê derê qala banga Serokkomar Erdogan hat kirin  û gotin ku Erdogan li balafirgehê li benda me ye. Me berê xwe da balafirgehê. Dema ku em çûn di rê de xistin qêrîn û gotin tank tên, tank tên. Hema min li pey xwe nihêrt û min dît ku tank tê, hema min xwe da berê. Pêşî min got ez ê xwe li ber re dirêj bikim, lê hema ji nişka ve min xwe avêt ser tankê.

 “Bes tê bîra min ku ez birîndar bûme û ketime li ser asfaltê”

Algan di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema xelkê dît ku ew li ser tankê ye xelk xwe jî xwe bi ser tankê ve kişandiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Carekî li ser tanqê tenê ez û yekî din man. Wê çaxê min bi wan taqozên ku li ser tanqê bûn li wan kesên ku di tankê de bûn dixist.Min ji wan re digot derkevin, tanqê li vir bihêlin  û min yeke din li serê wî da. Hema min bihîst dengê 2 teqînan ji hundit hat. Tu nabe berik teqandine, a pêşî ji ber min derbas bû û ya din jî  ji bin çengê min kete hundir. Wê çaxê min dest bi kirina diayan kir. Piştî wê min berê xwe da Baglarê, bes tê bîra min ku ez birîndar bûme û ketime li ser asfaltê. Li wê derê rahiştine min  û min birine nexweşxanê.”

 “Wê şevê min gelek zêde dixwast ku ez şehîd bibim”

Algan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema wî wan kesên ku li balafirgehê hatine pêşwazîkirina wî dîtiye gelekî baş bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew qas insên hatine, ez ji destên mezinan û ji rûyên biçûkan maçê dikim. Mala hemû kesî ava be. Elbet min gelek zêde dixwast ez werim vê derê, lê nedibû nesîp. Îro ev yek  bû nesîp û em hatin. Ji Rebbê min re şikir, temamê naskiriyên min li vê derê ne. Ji ber vê yekê em bextewar bûn. Di her halî de heta ebed hemd ji Xweda re. Xweda vê peyva şikrê ji ser zimanê me kêm neke.”

Algan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bila di çarçoveya lêpirsînên FETO de kesên ku tu sûc û gunehên wan tuneye bila neyên mexdûrkirin.

Îbrahîm Alganê ku kekê Xelîl Algan e jî derheqê mijarê de destnîşan kir ew ni birayê xwe serbilind û ezîz in.(ÎLKHA)

 

 



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Li Colemêrgê bi doçka û roketan êrîş hat kirin: 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Colemêrgê bi doçka û roketan êrîş hat kirin: 2 kes jiyana xwe ji dest dan

2017-09-23 13:08:20

Ji sînora Iraqê ji teref PKKyiyan ve êrîş li Tabûra Tekelî ya li Şemzînana Colemêrgê hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de eskerek û kesekî siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Bozdag: Referandûmê betal bikin!

Bozdag: Referandûmê betal bikin!

2017-09-23 12:05:27

Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da, Bozdag di daxuyaniya ku da de destnîşan kir divê referandûm bê betalkirin.

Pîrozbahiyên referandûmê zû dest pê kirin

Pîrozbahiyên referandûmê zû dest pê kirin

2017-09-23 11:01:19

Beriya referandûma ku tê plankirin di 25ê Îlonê de li Herema Kurdistana Iraqê bê kirin xelkê Hewlerê dest bi pîrozbahiyan kir.

Hemû Nûçe

Hejmara kesên ku di noqbûna keştiyê de mirin derket 21an

Hat ragihandin li Kocaeliyê keştiya penaberan binav bû, di binavbûna keştiyê de hejmara penaberên ku jiyana xwe ji dest dan derket 21an.

Mamosteyên ku hatine tayînkirin ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi wezîfê bikin

Namzedên mexdûr ên mamostetiyê yên ku hatine tayînkirin lê ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikarin dest bi kar bikin diyar kirn bêyî ku tu hincet bê nîşandan heqê wan ji destên wan hatiye standin.

Erdogan di Forma Kar de wê desteka ku Amerîka dide PKKê anî rojevê

Serokkomar Erdoganê ku di Forma Kar a Kûrewî ya Bloombergê de daxuyanî da wê desteka ku Amerîka dide PKKê anî rojevê.

Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

Tetbîqata ku ji teref TSKyê ve li Herema Habûrê roja duşemê hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.

Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da

Di qezaya helîkopterê ya ku li Dibistana Bilind a Meslekê ya Polêsan a Nîgdê pêk hat de polêsek jiyana xwe ji dest da û polêsek jî birîndar bû.
Hemû Nûçe