A A A

Li Enqerê otobusa rêwiyan li TIRê qelibî: 3 mirî

: 2017-09-11 09:59

ENQERE - Li Golbaşiya Enqerê otobusa rêwiyan li TIRê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Enqerê otobusa rêwiyan li TIRê qelibî: 3 mirî

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeja Enqere-Qonyayê pêk hat. Otobusa bi plaqeya 73 DZ 935 a ku ajokarê wê hakimiyeta dîreksiyonê winda kir li TIRa bi plaqeya 73 FE 33 a ku barê wê garis bû qelibî. Di encama qezayê de 3 kesên bi navê Ajokar Bîlal Yeşîlmen, Mehmet Şîrîn û Veysel Yeşîlmen  jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Balyozxaneya Baxdayê yê Amerîka: Ger referandûm bê kirin dibe ku alozî û tevlîhevî derkeve

Balyozxaneya Baxdayê yê Amerîka: Ger referandûm bê kirin dibe ku alozî û tevlîhevî derkeve

2017-09-24 14:34:09

Di daxuyaniya ku ji teref Balyozxaneya Baxdayê yê Amerîkayê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin ger sibe li herema Kurdistanê referandûm bê kirin dibe ku tevlîhevî û alozî derkeve.

Di encama operasyonên li Diyarbekirê de 3 ton û 132 kîlo esrar hat bidestxistin

Di encama operasyonên li Diyarbekirê de 3 ton û 132 kîlo esrar hat bidestxistin

2017-09-24 12:00:49

Qedexeya derketina derve ya ku li 23 gundik û 21 gundên girêdayê navçayên Licê, Farqîn, Pasûr û Hazroya Diyarbekirê berî niha hatibû îlankirin hat rakirin. Di encama operasyonên li Diyarbekirê de 3 ton û 132 kîlo esrar hat bidestxistin.

Li Orduyê operasyona FETO: 41 binçavî

Li Orduyê operasyona FETO: 41 binçavî

2017-09-24 11:50:26

Li Orduyê di bergeha lêpirsîna FETO de operasyon hatin lidarxistin, di encama operasyonan de 41 kes hatin binçavkirin.

Hemû Nûçe

Wezareta Karên Hundir: 17 PKKyî hatin kuştin

Wezareta Karên Hundir destnîşan kir di operasyonên ku di nav 24 seatên dawî hatin kirin de 17 PKKyî hatin kuştin.

Zarokên Sûriyeyî digel trawmaya ku dijîn dîsa jî ji dahatûyê hêvîdar in

Xwendekarên penaber ên Sûriyeyî yên ku li Diyarbekirê di mektebên demborî de hewil didin perwerdehiya xwe bidomînin digel trawmaya ku dijîn dîsa ji dahatûyê hêvîdar in.

Li Colemêrgê bi doçka û roketan êrîş hat kirin: 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji sînora Iraqê ji teref PKKyiyan ve êrîş li Tabûra Tekelî ya li Şemzînana Colemêrgê hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de eskerek û kesekî siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Bozdag: Referandûmê betal bikin!

Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da, Bozdag di daxuyaniya ku da de destnîşan kir divê referandûm bê betalkirin.

Mehdî Akîfê rêberê berê yê Îxwanul Muslîmun wefat kir

Muhammed Mehdî Akîfê ji rêberên berê yê Teşkîlata Birayên Misliman wefat kir.
Hemû Nûçe