A A A

“Bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye”

: 2017-09-13 12:45

NAVENDA NÛÇEYAN - HUDA PAR bi daxuyaniya ku belav kir destnîşan kir bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye û divê dewlet xelkê teşwîqî qezenca keda helal bike.

 “Bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye”

Bi daxuyaniya ku hat belavkirin dahatên leystikên sala borî yên  li Tirkiyê hatin daxuyandin.  Li gor daneyên ku hatine ragihandin Tirkiye bi dahatên qumara ku di bin navê leystikên şansê yên bi navê “piyangoya millî” û leystikên şansê” de bi dest xistiye gelek welatên Ewrûpayê li pey xwe hiştiye û bûye sêyemîn.

Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Karên Civakî ya HUDA PARê ve hat dayîn de hat ragihandin  bi destê dewletê leystindina qumarê û teşwîqkirina wê ne exlaqî ye .

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ji armancên dewleta civakî armancek jî ji xezanî û feqîrtiyê xelaskirina civak û şexsan e û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ji armancên dewleta civakî armancek jî ji xezanî û feqîrtiyê xelaskirina civak û şexsan e û hazirkira derdoreke ku însan tê de bi şerefa xwe bijiye. Ev yek bi xwedîderketina nirxên manewî û exlaqî yên ku însan bi qedr û qiymet dikin mimkûn e.”

“Qumar malik li yekî xera dike”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ji rexekî ve ji zaroktiyê heta mezin bibin ji însanan re qalkirina neexlaqîbûna qumar, dizî û tiştên hwd. û ji rexê din ve jî bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne samîmiyet e û ne exlaqî ye û dû re wiha hat gotin: “ Ev tiştên wisa dibin ji holê rabûna nirxên exlaqî û qumar tu feydaya wê tuneye û malik li yekî xera dike.”

 “Dewlet divê xelkê teşwîqî qezenca keda helal bike”

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin divê dewlet tedbîran bistîne da ku civak ji nirxên xwe yên exlaqî dûr nekeve û dû re wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: “ Divê dewlet xelkê teşwîqî wan leystikên qumarê neke; bereks divê  xelkê teşwîqî qezenca keda helal bike û bo vê yekê temamê derfetan pêşkêş bike.”(ÎLKHA)



Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

 “Bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye”

“Bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye”

2017-09-13 12:45:57

HUDA PAR bi daxuyaniya ku belav kir destnîşan kir bi destê dewletê leystandin û teşwîqkirina qumarê ne exlaqî ye û divê dewlet xelkê teşwîqî qezenca keda helal bike.

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê konferans tertîp kir

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê konferans tertîp kir

2017-08-27 10:33:55

Înîsiyatîfa Piştgiraya Referandûma Serxwebûnê ya ku ji bo piştgiriyê ji teref 5 partiyên siyasî ve hatiye damizrandin li Qosera Mêrdînê ji bo referandûma Kurdistana Iraqê konferansek tertîp kir.

Parlamenteriya Hezer û Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

Parlamenteriya Hezer û Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

2017-07-27 16:17:03

Parlementeriya Tugba Hezer Ozturk û Faysal Sariyildizê HDPyî hat betalkirin

Hemû Nûçe

Wezareta Karên Hundir: 17 PKKyî hatin kuştin

Wezareta Karên Hundir destnîşan kir di operasyonên ku di nav 24 seatên dawî hatin kirin de 17 PKKyî hatin kuştin.

Zarokên Sûriyeyî digel trawmaya ku dijîn dîsa jî ji dahatûyê hêvîdar in

Xwendekarên penaber ên Sûriyeyî yên ku li Diyarbekirê di mektebên demborî de hewil didin perwerdehiya xwe bidomînin digel trawmaya ku dijîn dîsa ji dahatûyê hêvîdar in.

Li Colemêrgê bi doçka û roketan êrîş hat kirin: 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji sînora Iraqê ji teref PKKyiyan ve êrîş li Tabûra Tekelî ya li Şemzînana Colemêrgê hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de eskerek û kesekî siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Bozdag: Referandûmê betal bikin!

Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da, Bozdag di daxuyaniya ku da de destnîşan kir divê referandûm bê betalkirin.

Mehdî Akîfê rêberê berê yê Îxwanul Muslîmun wefat kir

Muhammed Mehdî Akîfê ji rêberên berê yê Teşkîlata Birayên Misliman wefat kir.
Hemû Nûçe